ENKSê yekem civîna Lêvegera Siyasî baykot dike

Qamişlo (Rûdaw)- Endamekî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Lêvegera Siyasî de, derbarê yekem civîna Lêvegerê, ragihand, ku cih û dema yekem civîna Lêvegerê, ku biryar e îro bê lidar xistin, tenê ji aliyê TEV-DEMê hatiye diyarkirin û da zanîn ku, TEV-DEM ji bo diyarkirina cih û dema civînê li ENKSê venegeriyaye.

Endamekê ENKSê di Lêvegera Siyasî de Mihsin Tahir ji Rûdawê re ragihand: “Ev civîna ku biryar e îro demjimêr 15:00 li bajarê Qamişlo bê lidar xistin ku tenê ji aliyê TEV-DEMê hatiye diyarkirin, ne civîneke rewa ye û emê baykot bikin, ji ber ku mîkanîzma diyarkirina cih û dema civînê divê bi rêkeftin be di navbera herdû aliyan de.”

Tahir wiha got: “Ne ji mafê tevdemê ye, ku xwe bike xwediya Lêvegerê û bi tena xwe civînan diyar bike.”

Navbûrî tekez kir, ku piştî ragihandina dem û cihê lidarxistina civînê, wî bi xwe wek endamê Lêvegerê peywendî ligel endama TEV-DEMê di Lêvegerê de Sînem Mihemmed kir, da ku sedema vê yekê ji wan bizanibe, Sînem lê vegerandiye û gotiye, me çend caran peywendiyên telefonî ligel we kir berî danîna cih û dema civînê, lê we bersiva peywendiyên me nedane, lewra wan weke endamên tevdemê di lêvegerê de, ji bal xwe ve dema civînê ragihandine.

Herwiha Tahir anî zmina ku, “Ev mesela peywendiyên telefonî tiştekî nerast e û tenê bihane ye TEV-DEMê pêşkêş dike da ku kiryara xwe tebrîr bike û got, ew tebrîr ji aliyê ENKSê ve qebûl nabe.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê ENKSê di Lêvegerê de Fêsel Yûsif ragihand: “Komîteyeke hevbeş di navbera herdu aliyên Lêvegerê de heye û tenê ew cih û dem û karên civînan diyar dike.”

Fêsel Yûsif  wiha got: “Ne ji mafê ti aliyekî ye ku Lêvegerê bixe bin destê xwe de ji ber ku divê ENKS û TEV-DEMê bi hevre xwediyê lêvegerê bin.”

Yûsif zelal kir ku, “Civîn bê amadebûna ENKSê nabe civîna Lêvegerê, belku ew tenê civîna tevdemê ye.”

Derbarê pirsa Rûdawê li ser egera beşdarbûna nûnerên hersê partiyên ku ji ENKSê hatibûn derxistin di civîna îro de ya ku TEV-DEMê diyar kir ye, Yûsif got: “Ew hersê alî nema endamê ENKSê ne û ne jî endamê Lêvegerê ne. Eeger TEV-DEMê wan beşdarî vê civîna îro bike, ewê bi vê yekê nakokiyan di navbera me û xwe de çê bike.”