Endamekî Polîtbîroya el-Partî dest ji endamtiya xwe vekişand


Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokat a Kurd li Sûriyê (el-partî) a baskê Ebdilhekîm Beşar dest ji endamtiya xwe vekişand û serdirdatiya partiya xwe bi tundî rexne dike.

Endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Salih Xelîl ku xelkê bajarê Efrînê ye û niha li Hewlêrê dimîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku wî dest ji endamtiya xwe vekişandiye.

Derbarê sedemên dest ji kar vekişandinê de, Xelîl diyar kir ku berî 3 mehan Komîteya Navendî ya el-Partî li bajarê Hewlêrê civiyabû û biryar dabû ku kongreya xwe berî lidarxistina kongreya Yekîtiya Siyasî li dar bixe.

Yekîtiya Siyasî ya Kurd di 15/12/2012 li bajarê Qamişlo di navbera el-Partî, her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurd de hat avakirin, lê piştî çend mehan Partiya Yekîtî xwe ji Yekîtiya Siyasî vekişand û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê ket şûna wê.

Endamê Polîtbîroya el-Partî herwiha got “El-Partî ji dema ku şoreşa Sûriyê destpêkiriye û heta niha de gavên gelek şaş avêtine, destpêkê Koma Partiyên Kurd li Sûriyê ava kir, piştre Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) damezirand, pey re Desteya Bilind a Kurd ava kir û xiste destê PYDê û herî dawî Yekîtiya Siyasî ava kir bêy ku nav mala xwe rêk bixe”.

Mihemed Salih Xelîl rêkefitina vê dawiyê ya ku di 24/12/2013 de navbera ENKSê û PYDê li Hewlêrê hat îmzekirin wek “şikestineke din a el-Partî” da zanîn û got “El-Partî rola xwe wek serkirdeyeke gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dest daye”.

Xelîl nerazîbûna xwe derbarê mîkanîzima diyarkirina endamên kongreya Yekîtiya Siyasî di nav el-Partî de anî ziman û got “El-Partî endamên xwe ji bo kongreya Yekîtiya Siyasî ne bi hilbijartinê destnîşan kirine, lê belê ew wek lîsteyeke amade û li gor berjewendiya beşek ji serkirdatiya el-Partî diyar kirine”.

Heta niha kongreya Yekîtiya Siyasî ku dê wek kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê be, çend caran hatiye paşxistin û herî dawî biryar bû berî dawiya sala 2013an bihata lidarxistin. Heta niha jî roja lidarxistina kongreyê yekîtiya her çar partiyên Yekîtiya Siyasî nediyar e.

Her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li hev kirine ku ji nava 45 endamên serkirdatiya partiya nû (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê) tenê 24 endam di kongreyê de bêne hilbijatin û her 21 endamên din dê berî kongreyê ji nava her çar partiyan bê hilbijartin bêne diyarkirin.

Endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Salih Xelîl derbarê vê yekê de jî nerazîbûna xwe aniye ziman û got “Endamên serkirdatiyê divê di kongreyê de bêne hilbijartin û nabe em wek Baesiyan lîsteyek hazir pêşkêşî kongreyê bikin bêy ku bêne hilbijartin”.

Xelîl ji Rûdawê re tekez kir ku ew ne li dijî avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê ne, lê belê ew dixwaze berî her tiştî “el-Partî nava mala xwe rêk bixe”.