Parlamentera kurd Selma Irmak ji girtîgehê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Şirnexê ya BDPê Selma Irmak, ku ji sala 2009an ji doza KCKê hatibû girtin, hat berdan û ji girtîgehê derket.

Li ser biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê û daxwaza parêzeran, dadgeha Amedê îro (04.01.2014) biryara berdana parlamenterên kurd Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş jî da.

Li gorî agahiyan, bîstekê beriya niha Selma Irmak ku li girtîgeha Tîpa E ya bajarê Amedê girtî bû, ji girtîgehê derket û ji aliyê malbat, xizmên xwe û berpirsên BDPê û welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, li ber girtîgehê axaftinek kurt kir û wiha got: "Berdana me berdanek nivî ye. Kêfa me kêfek nivî û şikestiye. Heta hemû deriyên girtîgehê neyên vekirin dê azadî pêk neyê. Xwezî dema em hatin hilbijartin dadgehan ev biryar dabûna. Xwezî me kedek dabaya demokrasiyê. Ev biryarek pir dereng e. Ev biryar hemû pêkanînên dadgehan vala derdixe. Biryar û helwesta dadgehên Amedê dê di aliyê neyînî de têkevin dîrokê. Mirov nikare ji bo girtîgehan behsa mafên mirovan bike.”

Irmak behsa girtiyên nexweş û mirina girtiyê bi navê Seyîtxan Taşkiran jî kir û wiha got:“Niha 544 girtiyên nexweş û 163 girtiyên rewşa wan giran heye. Îro tabûta hevalê me Seyithan Taşkiran ji Girtîgehê derket. Hevalê me Taşkiran jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Heta girtiyên nexwe, rojnameger, parêzer, parazvanên mafên mirovan, ciwan, jin zarok û siyasetmedar tev neyen perdan demokrasî û azadî pek nayê û dê têkoşîna me berdewam bike. Seyitxan Taşkiran jiyana xwe ji dest da û darbesta wî derket. Mirina wî hêfa me di qirika me de hîşt. Hevalên me yên girtî dilê wan azad e, lê divê fîzîka wan jî azad be û di nava gel de cih bigirin."

Tê pêşbînîkirin ku her du parlamenterên din jî di saetên pêş me de bên berdan.

Duh jî du parlamenterên kurd Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan hatibûn berdan.