NYyê banga kêmkirina aloziyan kir: 'Sivîl tên kuştin û bi hezaran mirov koç dikin'

New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) bangî hemû aliyan kir ku bila li Sûriyeyê aloziyan kêm bikin.

Ji ber alozî û pevçûnên dawî Sekreterê Giştî yê NY da ragîhandin ku ew rewşê wekî alarmekê dibîne û divê dijminatî û pevçûn bi lez û bez werin rawestandin.

Her wiha divê hemû alî vegerin ser bîryarnameya 2254an a ku Encûmena Ewlehiyê ya NYê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê  qebûl kiribû.

Di heman demê de Encûmena Asayîşê got ku divê sivîl werin parastin.

"Sivîl tên kuştin û bi hezaran mirov tên koçkirin"

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:

“Êrişên ku grupa Desteya Tahrîr El-Şamê ku mûeyîdeyên Encûmena Ewlehiyê li ser wan heye û komên çekdar yên din, hêlên şer yên ku sabît ji sala 2020î vir ve guhertin.

Sivîl tên kuştin, bi hezaran mirov tên koçkirin, binesaziyên sivîlan zirar dibînin û alîkariyên mirovî de kêmbûn heye di raportên me de.

Hemû alî divê rêyên bi ewle bidin sivîlên ku ji ber sedema dijminatiyên wan direvin û divê hemû sivîl û cihên sivîlan werin parastin."

Di aliyê din de jî Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî lezgîn li ser pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê dicive.

Lê helwestên dewletên bêgûman li gorî hev cuda ne.

Di aliyekî de Amerîka û di aliyê din de jî Rûsya pozîsyonên xwe pêşiya civînê eşkere kirin.

"Kom ku êrişan dike rêxistineke terorê e"

Cigîrê Nûnerê Rûsyayê yê Neweteyên Yekbûyî Dmitry Polyanskiy wiha anî ziman:

"Li wir êrişên terorîstî hene, yên koma ku di nav lîsteya terorê de cih digre êrişan dike.

Em hêvî dikin ku hemû endamên Encûmena Ewlehiyê bi awayekî zelal dê piştgiriyê bidin Hikûmeta Sûriyeyê."

"Rejîma Beşar Esad bîryarnameya NYyê paşgûh kir û nehate ser maseyê"

Nûnera Amerîkayê ya Neweteyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfiled wiha axivî:

"Ev demeke direj e ku me daxwaz dikir ku bila bi Sûriyeyê re muzakare werin kirin.

Rejîma Beşar Esad bîryarnameya Encûmena Ewlehiyê paşgûh kir û nehate ser maseyê. Rewşa li wir niha me dilgiran dike.

Em rewşê bi awayekî nêzik dişopînin û berdewamî bi partnerên xwe yên li wir re di nav têkiliyê de ne da ku rêya rewşa aramiyê bibînin.

Me daye ragihandin ku koma ku êrişan dike rêxistineke terorîstî ye. Em dixwazin rêyekê bibînin ji bo gelê Sûriyeyê ji bo aştî û ewlehiyê."

Dîyare ku Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku meseleyê gotubêj bike dicive ango pêşnûmeyeke nû ne hewce ye.

Ji ber vê ye ku endamên Encûmena Ewlehiyê wê hewl bidin ku bila Sûriye careke din vergere ser maseyê û piştgiriyî bide bîryarnameya 2254an ku were bikaranîn.