Li Wanê bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi "hinceta PKKê" 17 kes hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 24ê Çiriya Paşîn û 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an de bi hinceta "rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê" operasyon hatine kirin.
Di operasyonên cuda de bi hinceta "endamtî û alîkariya PKKyê" 17 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên Ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.