Berdevkê HSDyê li ser koça Kurdan a ji Helebê daxuyanî da

Duh li 09:32
RÛDAW
Nîşan HSD Şerê li Helebê Tebqa Koça Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku Kurdên Helebê bi silametî derbasî bajarokê Tebqayê yê Reqayê bûne.

Kurd ji ber êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê yên li Heleb û derdora wê ber bi deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de koç dikin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de got:

“Komeke biçûk bi awayekî serkeftî ber bi bajarokê Tebqayê ve hat veguhastin.

Penaberên din jî dê di nava çend saetan de werin veguhastin.”

Bajarokê Tebqayê ya parêzgeha Reqayê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ferhad Şamî diyar kir, karwaneke ku ji 200 wesayîtan pêk tê xelkê dibe Tebqayê.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku ew ji bo parastina gel û veguhastina ber bi deverên di bin kontrola wan de amade ne bi aliyan re di nava diyalogê de bin.

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan /Wêne: Arşîv

DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kiribû: Wezaretê bersiv da

DEM Partiyê 26ê Çiriya Paşîn ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.