Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê dê beşdarî vekirina dêra Notre Dameyê ya Parîsê bibe.
Gelek serkirdeyên cîhanê dê beşdarî merasima vekirina katedrala Notre Dameyê bibin.
Di nav beşdaran de serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump heye ku dê piştî hilbijartina xwe dê yekem serdana xwe ji bo derveyî Amerîkayê.
Li gorî zanyariyên nûçegiha Rûdawê Ala Şaliyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Parîsê beşdarî merasîma vekirina katedrala Notre Dameyê bibe.
Merasîm dê pir mezin be û di asteke pir bilind de bê lidarxistin.
Di civînê de bi giştî dê 50 serok û serokwezîrên dewletan beşdar bibin ku yek ji wan jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Donald Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Şanazî ye ku ez ragihînim ku ez dê roja şemiyê biçim Parîs, Fransayê, da ku beşdarî vekirina Katedrala Pîroz û Dîrokî ya Notre Dameyê ya ku pênc sal berê piştî şewateke wêranker bi tevahî hate nûnejkirin, bibim."
Katedrala Notre Dameyê ya 850 salî di nav mîrata cîhanî ya UNESCO de ye.
Berî pênc salan, 15ê Nîsana 2019an, di şewatekedê de zirareke mezin dîtibû birca wê hilweşiya bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse