Akademiya Îsmaîl Beşîkcî dest pê dike: ‘Di sedsala 17emîn û 18emîn de Kurdistan’
Hewlêr (Rûdaw) – Weqfa Îsmaîl Beşîkcî dest bi akademiya xwe ya payîzê ya bi sernava “Di sedsala 17emîn û 18emîn de Kurdistan” dike.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî “Akademiya Îsmaîl Beşîkcî ya Payîzê” li ser malpera xwe ragihand.
Koordînatoriya akademiyê ji aliyê Can Şeker û moderatoriya wê jî ji aliyê Elîf Gunê ve were kirin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî di ragihandina akademiya payîzê de anî ziman:
“Ma mirov dikare behsa “Nomosa Kurdistanê” bike û/an jî dikare ava bike? Me xwest di nîqaşên li ser Nomosa Kurdistanê de bi gelek pirsan bibersivîn.
Bi taybetî jî di Akademiyên ku hatine lidarxistin yên wekî Akademiya Biharê ya 2023yan a bi navê “Di Sedsala 21ê de Nomosa Kurdistanê” û Akademiya Payîza 2023yan a bi navê “Nomosa Kurdistanê di Sedsala 20an de” me xwest van pirsan bibersîvînin.
Ji aliyê din ve jî Akademiya Bihara 2024an bi armanca ku di dîroka sedsala 19an de Kurdistanê, tenê li ser bingeha ‘elît’, ‘avahiyên siyasî’ û/an jî ‘kes/bûyer’, 'gotûbêjên dîroka alternatîf', ji nivîseke dîrokî wêdetir îhtimalan nîqaş bike û li ser raweste.
Di akademiya dawî de, îmkanên avakirina pozîsyoneke navendî (maja kolektîf) ji bo beşên civakî yên cihê yên di dîroka Kurdistanê ya sedsala 19an de ku koka sedemên neteweyî û navneteweyî yên têkçûna avakirina dewlet-netewe-neteweyan e.
Di sedsala 20an de jî di navendê de neteweya Kurd hebû. Lê belê hêjayî gotinê ye ku dema di navbera sedsalên 17-18an de bi gelemperî di lêkolînên osmaniyan de û bi taybetî di Kurdistanolojiyê de wekî 'serdema nezelal', 'veguhêz' an jî 'serdema navîn' tê binavkirin û gelek sedemên wekî pirsgirêkên çavkaniyê û hebûna serhildanên mezin in.
Li aliyê din Akademiya Payîzê ya 2024an a Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, di bin sernavê ‘civakên Rojhilatî’ de diyar dike ku ew civakên pasîf, statîk in, di nav nîzamekê de dijîn ku milkê taybet tune ne û di desthilatdariya yek kesî de serdest e.
Li ser bingeheke têgînên wekî 'Despotîzma Rojhilat' û 'Dewleta Absolutîst' pêk hatiye, dixwaze balê bikişîne ser bandora nêzîkatiyên plansaz ên li ser lêkolînên li ser erdnîgariya Kurdistanê yên sedsalên 17an û 18an.
Mijara vê akademiyê ew derfetên ku lêkolînên akademîk ên bi gelek çavkaniyan hatine kirin, bi taybetî Qeydên Şerîetê yên van sedsalan, di warê derçûna ji çarçoveya ku li jor behs kirî de dikare pêşkêşî me bike.”
Weqfê diyar kir ku dema dawî ya serlêdanê 9ê Kanûna Pêşîn, dema diyarkirina encaman 10ê Kanûna Pêşîn, dema destpêkirina bernameyê 14ê Kanûna Pêşîn û dema dawî ya bernameyê jî 18ê Kanûna Paşîn a 2025an e.
Her wiha hat ragihandin ku roja akademiyê dê şemî û saeta wê jî 14:00-17:00 be.
Navên mamosteyan, sernavên mijaran û bernameya heftane wiha ne:
Hefteya Yekem (14.12.2024)
Veysel Başçi: Panoramaya Rojhilatê Kurdistanê di Sedsala 17an û 18an de
Hefteya Duyem (21.12.2024)
Mehmet Rezan Ekîncî: Di Sedsala 17an de li Kurdistanê Têkoşîna Sefewî û Osmaniyan û Rolên Mîrektiyên Kurdan
Hefteya Sêyem (04.01.2025)
Muhsîn Soyudogan: Aboriya Siyasî ya Eşîran: Mînaka Ayntaba (Dîlok) Osmanî
Hefteya Çarem (11.01.2025)
Sacha Alsancakli: Di sedsala 17an de Nêrîneke Siyasî û Civakî li Kurdistanê
Hefteya Pêncem (18.01.2025)
Zulkuf Ergun: Keşifkirina Ehmedê Xanî di Pêvajoya Avakirina Kanoneke Neteweyî de bi Berawirdkirina Sedsala 17an û Serdema Modern
Akademî online e û zimanê wê bi zaraveyê Kurmancî ya Kurdî ye.
Weqfê da zanîn ku ji bo vê bernameyê hejmareke diyarkirî yên beşdaran dê werin qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêkûpêk tevlî dersan bibin.
Di dawiya bernameyê de dê ji bo xwendekarên ku ji 5 hefteyan beşdarî 4an bûne belgeya beşdariyê were dayîn.