MSD: Em ji bo diyalogê amade ne

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şerê li Helebê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew ji bo bidawîanîna şer û aloziyan amade ne bi hemû aliyan re di nava diyalogan de bin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ya li Îdlib û Helebê û êrişa li Til Rifet û Şehbayê daxuyaniyek belav kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku kontrolkirina Helebê û gundewarê Hemayê bêyî berxwedan cihê metirsiyê ye.

MSDyê di daxuyaniyê de bangî civata navneteweyî kir ku zextê li hemû aliyên xwedî rol di Sûriyeyê de bikin şer raweste û pêvajoyeke siyasî ya ku hemû aliyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, were destpêkirin.

MSDyê di berdewamiya daxuyaniyê de Tirkiye wekî berpirsê şerê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir.

Li ser rewşa koçberên ji herêma Şehbayê jî bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê hat kirin ku destwerdaneke bilez bikin û sivîlan ji sûcên şer, qirkirin û koçberkirina bi darê zorê biparêzin.

MSDyê da zanîn, metirsî heye ku DAIŞ ji rewşê sûdê bigire û têkildarî wê jî bangî Hevpeymaniya Navneteweyî hat kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û di navbera hêzên Îraqê û HSDyê de pêwendiyekê dayînin.

MSDyê destnîşan kir ku ew amade ye bi Tirkiyeyê re diyalogê bike û bal kişand ser van xalan:

“Şer û pevçûnên di navbera aliyên Sûriyeyî de tenê dikevin bin berjewendiya dijminên gelê Sûriyeyê û zehmetiyên sivîlan zêdetir dikin. Ji bo wê jî pêwist e diyalog were pêşxistin.

Pêwist e hemû binpêkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê werin rawestandin nexasim ku Kurd û netewe û olên din beşek sereke ji dîrok û erdîngariya Sûriyeyê ne.

Krîza Sûriyeyê tenê bi rêya çareseriya siyasî û dûrî destwerdanên ji derve, tê çareserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de MSDyê helwesta xwe ya parastina yekbûna axa Sûriyeyê û amadebûna xwe ya ji bo diyalogê bi hemû aliyên Sûriyeyê re teqez kir û banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254an kir.

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst