Bajarê herî sar Sêwaz e
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tonusê ya parêzgeha Sêwazê bi şev pileyên germahiyê daketin 23,2 pile bin sifirê û bi vî awayî wekî cihê herî sar ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat tomarkirin.
Li gorî zanyariyên ji aliyê Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin, doh cihê herî sar ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 23,2 pileyan navçeya Tonusê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bûye.
Li gorî Birêvebiriya Keşnasiyê cihê duyem ê herî sar bi 22,7 pileyan bin sifirê gundê Pazarsuyê yê navçeya Pinarbaşiyê ya Kayseriyê û di rêza sêyem de jî bi 22,5 pileyan bin sifirê navçeya Mansiyê ya Erzingana Bakurê Kurdistanê heye.
Her wiha wê sir û sermayê bandor li navenda Sêwazê jî kiriye û li navenda bajêr jî pileyên germahiyê bi şev 10 pileyan bin sifirê bûn û bi roj jî 6 pile.
Sir û sermayê jiyana welatiyan a rojane zehmet kiriye.