Li Amedê otobuseke rêwiyan şewitî

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Otobus Agir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan dema di rê de bû agir pê ket û bi temamî şewitî.

Li ser rêya di navber navçeya Farqîn û Amedê de îro agir bi motora otobuseke rêwiyan ya ku di rê de bû ket.

Di encamê de otobus bi temamî şewitî.

Li gorî agahiyan, şofêrê otobusê dema zaniya ku dûman ji otobusê bilind dibe li kêleka rê rawestiyaye û ji otobusê derketiye.

Ji bilî şofêr kesekî din di otobusê de nebûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan û tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Wekî tedbîr bi demkî rê ji çûnûhatinê re hat girtin.

Di encama xebata tîmên parastina sivîlan de agir hat vemirandin lê otobus bi temamî şewitî.

Tê gotin ku şofêr ji bo temîrê otobus ji Farqînê dibir Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst