Biryara girtina Makbûle Ozera 81 salî bû sedema nerazîbûnan

03-12-2023
RÛDAW
Makbûle Ozer a 81 salî
Makbûle Ozer a 81 salî
Nîşan Makbûle Ozer Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nerazîbûnên li dijî biryara girtina Makbûle Ozera 81 salî berdewam in.

Makbûle Ozer a 81 salî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) dê dîsa bikeve girtîgehê.

Hinek jinên Kurd li bajarê Wanê civiyan û biryara dubare girtina Makbûle Ozer a 81 salî şermezar kirin.

“Ji bo dewletê şermeke herî mezin e”

Dayikeke Aştyê nerazîbûn nîşanî biryara girtina Makbûle Ozerê da û got:

“Şermeke herî mezine ji bo dewletê ku dayika ku ew girtine û avêtine zindanê.

Em jî wekî dayikan qebûlnakin ku dayika me bêsûc û bêguneh bê girtin.

Eger dewlet dayika 81 salî biavêjin zindanê, mixabin ev ji bo wan şermeke herî mezin e.”

Makbûle Ozer meha Gulana 2022yan li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ligel hevjînê xwe Hadi Ozer hatibû desteserkirin.

Dadgeha Wanê bi tohmeta “alîkariya PKKê” du sal û mehek cezayê girtîgehê li Makbûle û hevjînê wê birî.

Piştre ji ber xirabûna rewşa wê ya tenduristiyê cezayê Makbûle hat paşxistin û Îlona 2022yan hat berdan.

Biryara ji nû ve girtina Makbûleyê ne tenê li Wanê, roja Şemiyê li Îzmîra Tirkiyê jî hat şermezarkirin.

“Saziya Bijîşkî Dadî bi rapora xwe dixwaze Makbûle Ozerê bikuje”

Endama Platforma Jinan a Îzmîrê wiha axivî, “Em ji bo biryara ji nû ve girtina Makbûle Ozer kom bûne.

Makbule Ozer 81 salî ye û gelek pirsgirêkên wê yên nexweşiyê hene.

Tevî vê yekê Saziya Bijîşkî Dadî bi rapora xwe dixwaze Makbûle Ozer bikuje.”

Biryara girtina Makbule Ozer piştî amadekirina rapora Saziya Pizîşkiya Dadî ya ku dibêje; “Dikare di girtîgehê de bimîne” hat wergirtin.

“Kesên ku ew rapor amade kirine tawanê mirovahiyê kiriye”

Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEPê Halide Turkogluyê got:

“Derbarê dayika Makbûle Ozer a 81 salî de Saziya Bijîşkî ya Dadî rapora `Dikare di girtîgehê de bimîne` amade kiriye.

Kesên ku ew rapor amade kirine û pesend kirine tawanê mirovahiyê kirine. Em dibêjin şerm bikin, şerm.”

Eger Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê derbarê jina Kurd Makbûle Ozer de biryareke nû wernegire dê roja Duşemê careke din bikeve girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst