ENQERE - Ji bo nasandina Erdexanê pêşangehek hat vekirin

03-12-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdexan Rojên Nasandina Erdexanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Pêşengeha Nasandina Erdexanê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hat vekirin.

Rojên nasandina Erdexanê 30ê Çiriya Paşînê dest pê kir û dê heta 3yê Kanûna Pêşînê berdewam bike.

Bi hatina payîzê û nêzikbûna zivistanê re cotkar û ajeldarên Bakurê kurdistanê îsal jî ji bo firotina berhemên xwe berê xwe dide metropolên Tirkiyeyê.

Ev pêşangeha nasandina bajarê Serheda Bakurê Kurdistanê Erdexanê bi piştgiriya Konfederasyona Komeleyên Erdexanê, parêzgarî û şaredariyan bi rê ve diçe.

Serokê Şaredariya Zûrzûnanê Kemal Yakup Azîzoglu got, "Ez ji bo ku bajarê xwe Erdexanê bidim nasandin hatim.

Cara duyem e ku em pêşangeheke wisa dikin. Gelekî baş derbas dibe û beşdarî jî baş e.

Înşalah dê baştir bibe. Bajarê me biçûk e lê em dixwazin herkes nas bike."

“Me Erdexan aniye Enqereyê”

Serokê Konfederasyona Komeleyên Erdexanê Erguder Şîmdî anî ziman, "Îsal duyemîn pêşangeh e ku em li Enqereyê li dar dixin.

Em dixwazin xwarinên Erdexanê, xweşikî û bedewiyên Erdexanê, bazirganî û geştyariya Erdexanê bidin nasandin. Me Erdexan aniye Enqereyê.”

Eredexan yek ji wan bajaran e ku berhemekî dewlemend ê cotkarî û ajeldariyê heye.

Bi taybetî penîr û rûnê nivîşkê yê vî bajarî bi nav û deng in.

“Me berhemên xwe yên herî baş anîne”

Cotkar Vahît Ozden wiha axivî, “Me got bila Erdexan bigihîje birayên xwe yên Enqereyê.

Me berhemên xwe yên herî baş anîne, bila herkes were.”

Welatî Recep Eldîrek diyar kir, “Ji bo berhemên Erdexenê ez dibêjim maşallah û suphanallah.

Li aliyê din tiştê ku ez dixwazim bêjim ew e ku ji parlamenteran heta serokên şaredariyan hemû berpirsên bajarê Erdexanê jî hatin û xelkê Erdexanê bi tenê nehiştin.”

Yek ji berhemên balkêş ê Erdexanê jî bebikên Damal in.

Fîdan Atmacaya 77 salî hostaya çêkirina bebikên pêlistok ên Damal e. Atmaca ji bo vî karî çend caran hatiye xelatkirin.

“Ez cilên dapîrên me li pêlîstokan dikim”

Fîdan Atmacayê got, “Ev bebik cor bi cor in, bûk cuda ne, keçên ciwan cuda ne, jin cuda ne. Cilên li ber van bebikan, cilên me yên berê ne.

Di dema xwe de di nav kar û cotkariyê de dapîrên me ev cil li xwe dikirin. Niha ez jî heman cilan li bebikan dikim.”

Herçend li pêşangehê dîmenên rengîn û xweş hebin jî lê bazar ne bi dilê firoşkaran e.

Ji ber zêdebûna bihayan û xerciyan ew wekî caran qezenc nakin.

“Aboriya Tirkiyeyê xirab e û milet bê pere ye”

Cotkar Fazil Okyay ragihand, “Aboriya Tirkiyeyê xirab e û milet bê pere ye.

Tişt giran bûne, kîloya penîr bi 300 lîreyî û kîloya rûnê nivîşk bi 350 lîreyî ye.

Xelk nikare bikire, eger pere nebe xelk nikare tiştekî bikire.”

Pêşengeha Nasandina Erdexanê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Altinparkê ya Enqereyê di navbera 30ê Çiriya Paşînê û 3yê Kanûna Pêşînê de tê lidarxistin.

Pêşengeha Nasandina Erdexanê bi muzîk û çalakiyên hunerî dê 4 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst