Colemêrg: Zarokek ji ber ‘dizîna çîkolatayê’ di depoya marketekê de girtî hat hiştin

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku xebatkarên marketeke mezin a li navenda Colemêrgê zarokek bi hinceta ku “çîkolata diziye” di depoyekê de hat girtin û telefonî bavê wî hat kirin.

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafên Colemêrgê (HESOB) Muharem Tekîn îdia kir ku “zarokek ji ber dizîna çîkolatayekê di depoya supermarketekê de hatiye girtin.”

Hat destnîşankirin ku wêne ji aliyê bavê zarok ve hatiye girtin û bi saziyên sivîl ên bajêr re hatiye parvekirin.

Tekîn bertek nîşanî vê yekê da, wêneyê zarokê ku di depoyê de hatiye girtin û du çîkolatayên ku tê îdiakirin dizîne li ser maseyê parve kir.

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafên Colemêrgê (HESOB) Muharem Tekîn li ser hesabê xwe yê tora civakî wêne parve kir û got:

“Li Colemêrgê yek ji rêze marketên 3 tîpan ev zarok ji ber çîkolatayê 2 saetan di depoyekê de girtin. Paşê xeber didin bavê wî. Dema bavê wî tê marketê, dibîne ku kurê wî di depoyê de girtî ye.

Em ê milyon dolarên we bikin qurbanî ji bo tiliyekî wî zarokî. Eger berpirsên vê marketê lêborîna xwe ji bav û vî zarokî nexwazin û vê reftara xwe ya rezîl nebînin, em ê navê wan eşkere bikin û li dijî wan dest bi kampanyayan bikin.”

Baroya Colemêrgê û ÎHDyê bertek nîşan da

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Colemêrgê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser mijarê got:

“Ev çalakiya şermezarker a kesên ku li marketeke Colemêrgê bi 2 saetan zarokek di depoyekê de û bi şert û mercên giran sûcê ku ji azadiyê bêpar kirin girtine, di jiyana civakî ya wî zarokî de îstismarkirina fizîkî û derûnî ye û tehdîdek e.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku divê ji ber berjewendiya zarok wêneyê têkildar neyê weşandin û em ê pêvajoyê bişopînin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê jî got:

“Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xala 37emîn: Zarok bi ti awayî bi rêbazên nemirovane û bi heqaretan divî neyên cezakirin.

Li dijî vê kiryara dijmirovahiyê em dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst