Şikeftên Qers û Agiriyê li hêviya parastinê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê wek bajarê şikeftan ê Mayayê tê nasîn.

Li gorî lêkolînên pispor û şûnwarnasan ev şikeft bi destan hatine çêkirin û bajarekî kevin ê beriya zayînê ne.

Şikeftên Biliganê jî li gundê Biligana Jorê ya heman parêzgehê ne.

Şikeft heta sala 1992yan wek gund dihatin bikaranîn lê niha bêxwedî mane û nayên parastin.

Pispor daxwaz dikin Rêveberiya Çand û Geştyariyê van şikeftên ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kirine bike navendên geştyariyê.

“Di encama herifîna kevirên kilsê de çêdibe”

Mamostayê Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê ya Agiriyê Prof. Dr. Faruk Kaya anî ziman:

“Li derdora Diyadînê çiyayên volkanîk ên Tendûrekê hene. Li wê deverê gelek şikeft hene. Çêbûna şikeftan piranî di encama herifîna kevirên kilsê de çêdibe.

Şikeftên Maya û Biliganê yên li bilindahiyê bi destan hatine çêkirin. Ew şikeft wek bajarên kevin in. Ev jî wê yekê nîşanî me dide ku vê deverê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye.”

Her wiha li nêzîkî navçeya dîrokî ya Aniyê ku dikeve parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdsitanê jî gelek şikeftên ku berê wek gund û bajaran bûn niha vala, bê xwedî û nayên parastin hene.

Ev şikeftên ku dikevin newalên Bostan û Mixmixê 693 ji wan yek ode ne, 91 du ode, 26 ji wan 8 odeyî ne, bi giştî 823 şikeft hene.

Pênc hezar sal bê navber mirovan li wir jiyane. Daxwaz tê kirin ku ew şikeft jî bên parastin û bibin navendên geştyariyê.

“Salane 250 hezar geştyar tên”

Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Qersê Hayrettin Çetin got:

“Anî Oren dîroka wê vedigere beriya zayînê 3 heta 5 hezar salan. Wek navendeke bazirganî û olî tê naskirin.

Di sala 2016an de Anî ket nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê. Salane 250 hezar geştyar tên.”

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê gund û bajarên kevin ên şikeftan hene ku bi hezaran salan mirov di wan de jiyana xwe domandine.

Ew niha li bendê ne ku werin parastin û ji bo geştyaran bên vekirin û girîngî bi wan bê dayîn.