Li Erzinganê bi projeyeke jeotermalê çandinî tê kirin

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Çandinî Jeotermal Erzingan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeyeke çandiniya keskahiyê ya bi çavkaniya jeotermal li parezgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê hat danîn.

Projeya çandiniyê ya bi jeotermalê 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê wî bajarî.

Li Erzinganê li ser rûberê 120 hezar metre çargoşe çandiniya bin serayan an bîoplastîk heye.

Karsaz Baycan Sarisu got:

“Ev seraya ku em dê li Erzincanê çêkin wê 400-450 donim be. Li gorî pêşbîniyên me, her donim dê 40-50 ton berhem bide.

Di serayên axê de her donim 20-25 ton berhem dide lê di serayên jeotermal de 40-50 ton berhem dide.”

Projeya jeotermalê wate germahiya erdê, pêwîstiya wê bi aveke ku germahiya erdê bigihîne heye.

Di sala 2022an de wan ji bo vê projeyê bîreke 338 metreyî kolane û gihiştine germahiya 45 pileyî.

Endazyarên wê projeyê pêşbînî dikin ku di bîrên nû bên kolandin de ew heta 65 pile ava germ bi dest bixin.

Bi hilma wê avê û sîstema tê danîn keskahî berhem tê.

“Niha 600 donim derbas kiriye”

Rêveberê Çandinî û Daristanan yê Erzinganê Murat Şahin anî ziman:

“Ji sala 2017an ve em hewl didin li vê herêmê çandiniya keskahiyê zêde bikin û heta niha gelek gav hatine avêtin.

Di demekê de ku çandiniya me ya xwezayî zêde dibe, li kêleka wê di çandiniya sergirtî de jî em gihiştine asteke baş.

Di sala 2017an de çandiniya bin serayan li vê parêzgehê 92 donim bû, niha 600 donim derbas kiriye.”

Li vê navenda çandiniya jeotermal dê şitil 15 heta 20ê Kanûna Pêşînê bên çandin, dê wek destpêk 80 kes tê de kar bikin.

Rêveberiya Çandinî û Daristanan a wî bajarî armanc dike ku di sala 2024an de rêjeya çandiniya bin serayan bigihîne 1300 doniman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst