HSD: Em ligel Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonên hevbeş dikin

03-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî, îro careke din dest bi operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê dikin.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mehmûd Berxwedan di derbarê operasyonên li dijî DAIŞê de ji ajansa Frans Press re axivî.

Mehmûd Berxwedan ragihand ku îro dê careke din operasyonên hevbeş ên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dest pê bikin.

Ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, çend roj in operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê rawestiya bûn.

Fermandariya HSD hişyarî dabû ku dê êrîşên Tirkiyê bibin sedem ku DAIŞ careke din zindî bibe.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihandibû ku wan operasyonên hevbeş ên bi HSDê re li dijî DAIŞê rawestandiye. Berdevkê QSDê rawestandina operasyonan piştrast kiribû û diyar kiribû ku hêzên Amerîka û HSDê dewriyeyên xwe yên hevpar ên sînordar ên li derdora girtîgehan didomînin.

Berdevkê CENTCOM John Bucino gotibû: “HSD li  Kampa Holê dewriye hevbeş û parastina ewlehiyê didomîne. Em bi biryar in ku DAIŞê têk bibin û li bendê ne ku di zûturîn demê de jî operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst