Li Dîlokê 2 kes bi hinceta endamtiya YPG/PKKê hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê 2 kes bi hînceta endamtî û alîkariya YPG/PKKê hatin girtin.
Li gorî daxwiyaniya Navenda Ewlekariya Dîlokê, di encama xebata hevbeş ya Navenda Rûbirûbûna Terorê û Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, bi hînceta ku berê di nava YPG/PKKê de karê çekdarî meşandine û kes beşdarî van rêkxistina kirine duh 2ê Kanûnê 2022ê du kes desteser kiribûn.
Polîsan di serdegirtina malên van kesan de, destdanîbûn ser gelek kelûpelên wan.
Piştî karên despêkê yên li Navenda Ewlekariyê ew şandin dadgehê.
Di derbarê herdu kesan de îro 3ê Kanûnê Dozgehê Nobedar biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.