Tirkiye dê bikare ‘korîdara ewlehiyê ya 30 km’ temam bike?
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bêyî ku Amerîkayê bi nav bike got: “Bi hezaran kîlometran ji dûr tên li ser sînorê me alîkariya rêxistinên terorîst dikin. Tirkiyê ne Tirkiya berê ye, êrîş werin ser û bêdeng bimîne, em dê bi kûraniya 30 kîlometre li ser sînor navçeyeke ewle çêbikin û guh nedin daxwazên kesekî ku dibêjin wê yekê nekin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kir û ji bilî ragihandina vekirina çend projeyên veberanînê, girîngtirîn peyama wî li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê, ku hevsînor e ligel Rojavayê Kurdistanê, pêdagiriya li ser temamkirina “korîdoreke ewlehiyê ya” bi kûrahiya 30 kîlometreyan bû.
Erdogan got: “Em dê wê korîdora ewlekariyê ya 30 kîlometre ku em li seranserî sînorê xwe yê Başûr-rojhilat çêdikin tekez temam bikin. Erîşên rêxistinên terorê û kesên ku piştgiriya wan dikin nikare me ji vê biryara me dûr bixe. Qet nikarin me ji vê biryarê vegerînin. Hun amadene vê berpirsiyariyê bidin me.?”
Gotinên Erdogan ên li Rihayê, li aliyê din ê sînor li Kobanî beşek ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nîgeran kirine.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî ji Rûdawê re ragihand ku ev pêngava Tirkiyê dê li Rojavayê Kurdistanê aloziyan kûrtir bike û bibe sedema zêdetir a koçberiya xelkê wê.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî Gêlo Îsa got: “Dagîrkerên Tirk îro jî gef li xelkê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê xwarin, di destpêkê de xwe li hember Tirkiyê bêdengkirin, lê encamê tevahiya civak navdewletî helwesta xwe li dijî dagîrkeriya Tirk diyarkirin. Ji ber ku ew jî dizanin, Tirkiye nikare herêmekê aram çêbike û bi milyonan xelkê vê herêmê dê koçber bike. Herwiha dê zêdetir aloziyê bi xwe re bîne. Ez dibêjim xelk ji bo vê rê nade Tirkiyê. Lê em ji gefên Tirkiyê xilas nabin. Eger civaka navdewletî di helwêsta xwe de cîdî ye divê parastina asmanî bikin, ji dagîrkerên Tirk, daku êdî ev gel bikare di aramiyê de jiyan bike.”
Daxwaza niha ya Erdogan a li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê vedigere bo 3 sal berê. Piştî ku Tirkiyê di sala 2019an de bi operasyonekê dest danî ser herêmên Serê Kanî û Girêsipî yên Rojavayê Kurdistanê, bi gotina berpirsên wî welatî ji Amerîka û Rûsyayê soza dûrxistina bi kûrahiya 30 kîlometreyan hêzên Kurdî li ser sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, wergirtine. Lê heta niha ev armanca Tirkiyê pêk nehatiye.
Şîrovekarê Siyaseta Navdewletî Îkbal Dûre li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, ne Amerîka ne jî Rûsya ne amade ne ku hemû daxwazên Tirkiyê bicihbînin.
Îkbal Dûrre got: “Ji ber şerê Ukraynayê Rûsya bi Tirkiyê ve hatiye girêdan. Ji ber wê jî ne di rewşek wiha de ye ku hinek daxwazên Tirkiyê red bike. Her ji ber şerê Ukraynayê Amerîka ji ber nêzîkbûna wê ya ligel Rûsyayê xwe ji pêngavên li dijî Tirkiyê dide paş. Niha hem destê Amerîkayê û hem jî destê Rûsyayê li beramber Tirkiyê li gor berî niha lawaztir e. Ev rastiyek e. Lê daxuyaniyên wan ên dawî jî nîşan didin ku tevî van hemû faktoran, ne Washington, ne jî Moskow ne di rewşeke wiha de ne ku hemû daxwazên Tirkiyê qebûl bikin. Lê eger pêşbiniyên hilbijartinan bo AK Partiyê nerênî bin, dibe ku Erdogan ji bo balkişandina raya giştî, li ser helwêsta xwe derbarê operasyona bo ser Sûriyê berdewam be. Eger pêdivî bike tevî nerazîbûna Rûsya û Amerîkayê dibe ku dest bi operasyonekê bike.”
Roja 20ê Mijdara 2022an Tirkiyê li dijî Rojaveyê Kurdistanê dest bi operasyoneke hewayî kir. Berpirsên wî welatî ji wê demê ve berdewam, gefa êrîşeke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwarin, lê piştî karvedanên civaka navdewletî, bi taybet jî Amerîkayê zêde behsa wê operasyona bejayî nakin. Tenê di gotarên xwe de tekeziyê li ser temamkirina korîdora 30 kîlometreyî li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê dikin û hinceta wê jî bi parastina sînoran ve girêdidin. Ev di demekê de ye ne Amerîka û ne jî Rûsyayê derbarê vê armanca Tirkiyê de heta niha ti hewlestek zelal nîşan nedane.