Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê roja Înê çend mûşekên dij-firoke avêtin Efrîn û Mare yên ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne.
Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku firokeyên Rûsî mûşekan avêtine derdora Efrîn û Mare yên ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar ên grêdayî wê ne.
SOHRê eşkere nekir ku çima êrîşên esmanî hatine kirin, lê diyar kir ku ew yek "hevdem bû bi firrîna heşt firokeyên şer ên Rûsyayê li ser herêmê."
Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya nêzikî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ev êrîşa esmanî ragihand.
Ev êrişa esmanî ya navborî ya Rûsyayê piştî ku Tirkiyê êrîşên esmanî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk anî bû hat.
Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bejayî pêk bîne lê Rûsya û Amerîka bi tundî li dijî vê yekê derdikevin.
Rûsya piştgira sereke ya rejîma Sûriyê ye û bi salan e şerê hin grûpên çekdar dike ku Tirkiye piştgiriya wan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse