Parêzgarê Hewlêrê: Di êrişa DAIŞê de 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn

03-12-2021
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge DAIŞ Omêd Xoşnaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku di êrişa şeva derbasbûyî ya DAIŞê de li Qereçûxa Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de daxuyaniyek belav kir û serxweşî li kesûkar û malbatên şehîdan kir û “êrişa terorîstên DAIŞê bi tundî” şermezar kir.

Parêzgarê Hewlêrê êrişa DAIŞê “bi tundî” şermezar kir û daxwaz kir ji bo bihêzkirin û qayîmkirina hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û tijîkirina valahiya emnî ya heye, bilez rêkarên pêwîst bên girtin” û operasyonên hevbeş ji bo bidawîanîna rêbirêxistinkirin û geşekirina “terorîstên DAIŞê û bergirîkirina li êrişên hovane yên bo ser welatiyên wê navçeyê û parastina jiyana Pêşmerge.”

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê, di êrişa DAIŞê ya bo ser gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst