DAIŞê êrişa li dijî Hêzên Pêşmerge li xwe girt

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina terorîstî ya DAIŞê berpirsyarwtiya êrişa li gundê Xidir Cîce ku tê de 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn girt ser xwe.

DAIŞê di derbarê êrişa li ser Pêşmerge ya şeva borî de daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku wan wê êrişê pêk aniye.

DAIŞê di derbar êrişê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan di êrişê de çekên sivik û RPG bikar anîne.

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.