Partiyên Kurdistanî: Em êrişa li dijî Pêşmerge û sivîlan şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partî û tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, Tevgera Demokratik a Kurdistan(TDK-TEVGER), Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-BAKUR),  PÊLKURD û Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) êrişa li gundê Xidirce yê li herêma Qerecûx şermezar kirin.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TDK-TEVGER ew êriş şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku êrîşên DAIŞê, perçeyeke ji êrişên dijminên Kurdistanê ye, perçeyeke ji êrîşên hêzên dagirkerên Kurdistanê ye û dibêjin: “Pêşmergeyên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yên heta îrô li himberî êrîş û qetlîamên DAIŞê, li hemberî jenosîdên Helebceyê û Enfalê serê xwe netewandinê, dê li himberî van êrîşên DAIŞê yên hov û dijminane jî serê xwe netewîne.”

Pênc partî û tevgerên siyasî yên navborî dibêjin: “Em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin , da ku bi hemû îmkanên xwe gelê me li himberî van êrşên dijminan biparêzin û bersîva pêwîst bidin DAIŞê û hevalbend û piştgiren wê. Herweha em bang dikin  hêzên pêşmerge û hemû dezgehên herêma Kurdistanê weke dezgehên yekgirtî yên fermî yên Herêma Kurdistanê bikin yek.”

Ew partî û tevger diyar dikin ku sedema esasî ya ku dihêle ev êrîşên DAIŞê encam bide, tunebûna serwerîya Hikûmeta Herêma  Kurdistanê ya li axa mijara madeya 140î ye û dibêjin: “Heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li tevaya axa Kurdistanê serwerîya xwe pêknîne ev xeterî dê hebe. Çûyina pêşmergeyên Kurdistanê yên herêmên mijara madeya 140î divê parçeyekî bidestxistina serwerîya axa mijara madeya 140î be.”

Pênc partî û tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê herwiha hevxemiya xwe ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne nişan dan û dibêjin: “Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin , rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn. Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin. Ruhê pêşmerge û 3 sivîlên ku şehîd ketine şad , cîhê wan biheşt be. Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”