Kesûkarên qurbaniyan daxwaza vekirina gorên bikom dikin

Duhok (Rûdaw) - Li li bajarê Duhokê konfransek bi hevbeşiya saziyên Hikûmata Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî ji bo gotbûbêjkirina pirsa bêserûşûnkirina Kurdên Êzidî û vekirina gorên bikomî de hat sazkirin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku dest bi vekirina wan goran bê kirin.

Ji meha 8 ve tu goreke bi kom yên Kurdên Êzidî nehatine vekirin. 71 gorên bi kom hatine peydakirin, ku DAIŞê Kurdên Êzidî di wan de komkuj kirine. Heya niha 16 ji wan goran hatine vekirin, ku 234 term têde bûne.

Di konfiransekê de li Duhokê, aliyên Kurdistanî, Iraqî û Navdewletî biryar dan ku dest bi vekirina wan goran bê kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê konfiransê de, Dr. Dîndar Zêbarî ragihand: “Girînge aliyên navdewletî di vekirina gorên bi kom de beşdar bin û dê bibin belgeyeke cîhanî bo piştraskirina wê yekê ku li dijî Kurdên Êzdî jeînosîd çêbûye.”

Xalid Telo ji wan kesam ku hejmareke ji malbata wî bi destê çekdarên DAIŞê hatine bêserûşûnkirin.

Telo ku heta niha jî ji malbata wî rewşa 9 kesan nediyar e, giliyên wî hene ku weke pêwîst li ser vekirina gorên bi komî kar nehate kirin û dibêje heta niha kesûkarên qurbaniyan li bendê aliyên peywendîdar karê xwe temam bikin.

Cigerê Serokê Fermangeha Gorên Bikom Aamir Cebar jî got: “Di asteke bilind de hevkari di navbera dezgehên şehîdan û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan de heye bi rêya tîmeke nîştimanî. Bi hevkariya rêxistinên navdewletî gor têne vekirin”

Piştî rûdanên sala 2014 li Şingalê ji bilî bêserûşûniyan 460 hezar kes koçber bûn pirsa ewlehiya deverên wan, vegeryana wan û vekirina gorên bikom sê babetên ku ew bilez bêne çareserkirin.