Li Wan û Erzînganê ji ber berfê rêyên 144 tax û gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herdu parêzgehên Wan û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 144 tax û gundan hatin girtin.

Li parêzgeha Wanê, yekem berfa salê li navenda bajêr bariya. Ji ber berfa zêde ku nîvê şevê destpê kir, rêyên 15 gund û avahiyên li deverên bilind û çiyayî hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berfê destpê kiriye. Şevê din li bajarê Wanê baranê destpê kir û nivê şevê jî berfê şûna wê girt. Deverên çiyayî bi rengê spî xemilîn. Ji ber berfê, rêyên 6 tax û 9 avahiyan hatin girtin.

Bo vekirina rêyên girtî tîmên ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi kar û xebatên xwe kirin. Berpirsên peywendîdar, daxwazê ji şofêran dikin ku heta tekelên otomobîlên xwe yên Çile girênedin nekevin rê.

Li Erzînganê ji ber berfê rêyên 129 gundan hatin girtin

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûk û bagerê rêyên 129 gundan hatin girtin.

Li parêzgeha Erzînganê ku ji doh êvarê ve bi taybetî li deverên çiyayê berfê destpê kiriye, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Ji ber berf û pûkê li bajarokên Gêrcanis 105, Mansî 4 û Tercanê jî 20 bi giştî rêyên 129 gundan hatin girtin. Ji ber vê yekê jî li hinek dibistanên Gercanisê rojekê navber bo xwendinê hat dayîn.

Li parêzgeha Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî, yekem berfa salê li navenda bajêr bariya. Ji ber berfa zêde ku nîvê şevê destpê kir, rêyên 15 gund û avahiyên li deverên bilind û çiyayî hatin girtin.