Çalakvana Kurd Zara Mihemedî piştî 6 mehan hat berdan

03-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine Kurd Zara Mihemedî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakava sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî bi danîna rehîneya darayî bi awayekê demkî ji zîndanê hate berdan.

Zara Mihemedî bo dema 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de bû. Ew çalakvana Kurd ji aliyê Îdareya Îtilaata Sineyê ve hatibû girtin.

Roja Duşemê, Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirina wê hate azadkirin.

Zara Mihemedî roja 23ê meha 5 a îsal di mala bavê xwe de li bajarê Sineyê hatibû girtin. Wê çalakvana Kurd berê dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kiriye.

Zara Mihemedî, endama rêxistina Kulturî-Civakî ya Nojîn e ku li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.

Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kursên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst