"Xelata Rûdawê deriyê gerdûnîbûnê ji medyaya Kurdî re vedike"

03-12-2018
RÛDAW
Neteweyên Yekbûyî Rûdawê xelat dike
Neteweyên Yekbûyî Rûdawê xelat dike
Nîşan Netewên Yekgirtî Rûdaw Xelat Karwan Enwer Xelata Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaxa Sendikaya Rojnamevanên Kudistanê yê Silêmaniyê Karwan Enwer derbarê xelatkarîna Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve de got: “Dem hatiye ku medyaya Kurdî ji cehnema xwe derbikeve û li herêmê û cihanê belav bibe.”


Roja Çarşembiyê 5ê vê mehê li bajarê New York ê Amerîkayê 23mîn xûla dabeşkirina xelatên sala 2018ê yên Netewên Yegirtî birêve biçe û di vş merasîmê de xelata Zîv a Ricardo Oretega ya Netewên Yekgirtî pêşkêşî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Netewên Yekgirtî, Ebdulmecîd Gilî tê kirin. Ebdulmecîd Gilî bi rapora xwe ya bi navê “Cîhan li hemberî Efrînî bêdeng e” tê xelatkirin.


Bi vê helkeftê Serokê Şaxa Sendikaya Rojnamevanên Kudistanê yê Silêmaniyê Karwan Enwer pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê û peyamnerê me Ebdulmecîd Gilî kir û da zanîn ku “Rûdaw yekem dezgeha Kurdî ye ku ji Neteweyên Yekbûyî vî xelatî werdigire.”


Karwan Enwer bi bîr xist ku her sal xelata Zîv a Ricardo Oretega ya Netewên Yekgirtî li radyo û televîzyonên di warê karên mirovî de serkeftî tê dabeşkirin û got: “Rûdawê li ser navê medyaya Kurdî deriyên navnetewî vekirin. Êdî dem hatiye ku medyaya Kurdî xwe ji cehnemê rizgar bikin û li herêmê û cîhanê belav bibin. Medyaya Kurdî divê êdî bibe medyayeke gerdûnî.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Enwer got: “Dibe ku îro di cîhanê de hinek gelên welatên wek Peru û Ekvadorê navê Kurdan nebihîstibe. Lê bi saya xelateke wiha dş navê Rûdawê, Kurdan û Ebdulmecîd Gilî bibehîsin. Bi wî awayî dê bixwazin gelê Kurd nas bike û derbarê çand û dîroka Kurdan de lêkolînê bikin.”

 

Neteweyên Yekbûyî Rûdawê xelat dike

 

23mîn xûla dabeşkirina xelatên sala 2018ê yên Netewên Yegirtî dê roja Çarşembiyê 5ê vê mehê li bajarê New York ê Amerîkayê birêve biçe ku têde xelat li ser baştirîn karên rojnamevanî yên salê de tê dabeşkirin.

 

Di vê merasîmê de xelata Zîv a Ricardo Oretega ya Netewên Yekgirtî pêşkêşî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Netewên Yekgirtî, Ebdulmecîd Gilî tê kirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê, tevî sê dezgehên din ên medyayê û çend kesayetên cîhanî, maseyeke terxan jê re hatiye terxankirin. Rêveberê Dîjîtal Medyaya Rûdawê, Hêmin Lihonî û pêşkêşkarê navdarê Rûdawê û Kurdistanê Renc Sengawî û Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Rûdawê, Namo Ebdullah bi nûneratiya Tora Medyayî ya Rûdawê di vê merasîmê de beşdar dibin.

 

Herwiha pilebilindtirîn berpirsê karûbarê mirovî li cîhanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Bo Karûbarên Mirovî û berpirsê hemû bernameyên mirovî yên Netewên Yekgirtî li cîhanê, Mark Lowcock, Endamê Encûmena Asayişa Navdewletî û Balyozê Kazaxistanê û yek ji endazyarên rêkevtina Astana ya jibo çareserkirina kêşeyaSûriyê, Kayrat Umarov dê di vê merasîmê de mêvanên maseya Tora Medyayî ya Rûdawê bin.

 

Di wê merasîmê de, Sekreterê Giştî yê Netewên yekgirtî Antonio Guterres û nerên 193 welatên endam di NY de û herwiha kesayetên Wall Street û Holly Woodê yên weke George Cloony û Amal Klony a hevjîna wî amade dibin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê dibe yekemîn dezgeha medyayî ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê, ku bo cara yekem ji aliyê Netewên Yekgirtî ve bê xelatkirin.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst