Hêzên Hevpeymanan û Pêşmerge li dijî grûpeke çekdar operasyon kirin

03-12-2018
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmerge Ala Sipî Çekdar Operasyon Bombebaran Xurmatû Kifrî
A+ A-

Kifrî (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletî bi firokeyên şer çend navçeyên li sînorê Kirfî û Xurmatûyê ku çekdarên grûpa Ala Sipî li wan deran hene, bombebaran kirin. Di operasyonê de hêzên pêşmerge jî beşdar in.

 

Qayimmeqamê Qezaya Kirfî ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, Celal Nûrî ji Rûdawê re ragihand, “îro Duşembiyê (03-12-2018) hêzên Hevpeymanan bi firokeyên şer çend navçe li derdora bajarokê Newcûl û Qorî Çayê, ku dikevne sînorê herdu qezayên Kirfî û Xurmatûyê, bombebaran kirin.”

 

Celal Nûrî diyar kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ew cih bombebaran kirin, ku binke û stargehên çekdarên grûpa Ala Sipî li wan deran hene.

 

Qayimmeqamê Kifriyê tekez jî kir, “operasyona Hevpeymanan bi hevbeşî li gel Hêza Pêşmerge tê kiri û hêzeke Pêşmerge ku ser bi Hêza 70ê ya Pêşmerge ve ye, di operasyonê de beşdar e.”

 

Piştî ku ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hêzên pêşmerge li sînorê qezaya Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê neman, liv û tevgera çekdarên DAIŞê û paşmayiyên wan li wan sînoran zêde bûye.

 

Qayimmeqamê Kifriyê herwiha destnîşan kir: “Ew çekdarên ku nav li xwe kirine, çekdarên Ala Sipî, paşmayiyên çekdarên DAIŞê ne û li wan sînoran mane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst