YRK: Ji ber bombebarana Tirkiyê 3 gerîlayan canê xwe ji dest da

03-12-2017
RÛDAW
Nîşan YRK Bombebaran Balafir Asos Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê leşkerî yê rêxistina PKKê ya Rojhilatê Kurdistanê YRKê ragihand, ku di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, roja 27ê Mijdarê li Çiyayê Asosê 3 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

 

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), ku ser bi PKKê ve ye, derbarê bombebarana balafirên Tirkiyê û bombebarana Îranê yên şeva 27ê Mijdarê ya li Çiyayê Asosê ya navçeya Mawet a Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.

 

YRKê ragihand, ku di wê bombebaranê de 3 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane û ziyanek mezin jî gihiştiye rez û baxên hemwelatiyan.

 

YRKê nasnameya wan gerîlayan jî eşkre kir, ku 2 ji wan ji Rojhilat û yek ji wan jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Nasnameya gerîlayên canê xwe ji dest dane ev in:

 

Mihemed Seîd Îbrahîm ê bi nasnav Jîrwan Mahabad, di sala 1969ê li Mahabadê ji dayik bûye.

 

Ehmed Hebeşê bi nasnav Delîl Reşîd, di sala 1980ê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

 

Salar Sofî yê bi nasnav Serbest Dilniya, di sala 1993ê li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

 

(NS)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst