Goran sibê parêzgariya Silêmaniyê werdigire

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Tevgera Goranê yê bo posta parêzgariya Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji bo temamkirina rêkarên destbikarbûnê serdana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ew dê sibe Duşemiyê 4ê Berfanbarê weke parêzgarê nû yê Silêmaniyê dest bi kar bibe.

 

Heval Ebûbekir ji Rûdawê re ragihand, ew hatiye Hewlêrê ji bo hemahengiyê, ji bo ku hemû parêzgarên Herêma Kurdistanê bi hev re rolekê girîng û bi bandor bibînin ji bo xizmetkirina xelkê.

 

Ebûbekir derbarê dema destbikarbûna xwe weke parêzgarê Silêmaniyê de got, ew dê sibe wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê bi awayekê fermî dest bi karên xwe bike.

 

Roja Dûşemiya debasbûyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî mersûma destbikarbûna Heval Ebûbekir di posta parêzgariya Silêmaniyê de îmze kiribû.

 

Piştre Heval Ebûbekir red kir ku ew weke parêzgarê Silêmaniyê rasterast serederiyê li gel Bexdayê bike û got, Herêma Kurdistanê bi xwe weke hikûmet serederiyê li gel Bexdayê dike.

 

Di hilbijartinên sala 2013ê de Heval Ebûbekir weke serok lîstê Tevgera Goranê zêdetirî 250 hezar deng anîbû, lê belê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku parêzgeha Silêmaniyê ji sala 1992an ve di kontrola wê de ye, rê neda ku Heval Ebûbekir bibe parêzgar.

 

Wegêran û nivîsîn: Sîna Soma