Li Çewlîg û Dêrsîmê erd hejiya

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Li bajarên Çewlîg û Dêrsîmê yên Bakurê Kurdistanê erd hejiya. Erdhejê tirs xist nav dilê welatiyan lê tiştek bi kesî nehat. 

Şeva borî erdheja ku navenda wê gundê Sêvgelik ê ser bi qezaya Gêxî ya bajarê Çewlîgê bi mezinahiya 5.5an di saet 01:27an de hejiya.

Piştî vê erdhejê heta saet 01:47an şeş erdhejên din rû da ku mezinahiyên wan di navbera 3.6 û 2.3 de bûn. Ji ber nêzîkbûna qezaya Gêxiyê, li Dêrsîmê jî ev erdhej hat hiskirin, bajarên cîran Xarpêt û Ezirgan jî hejiyan.

Li gorî amarên zanistî duh piştî nîvroyê di saet 15:48an de erdheja ku navenda wê gundê Civrag a qezaya Qisle ya bajarê Dêrsîmê bû, bi mezinahiya 3.5 rûda.

Ev her dû navendên erdhejê gundê Sêvgelik û gundê Civrag di warê erdnîgarî de nêzîkî hev in. Erdheja ku navenda wê Çewlîg bû, 5 kîlometir jêr erdê qewimî, erdheja ku navend wê bajarê Dêrsîmê bû jî 3,6 kîlometir li jêrerdê rû da.