Li Qersê otomobîlekê li hirçê da û ew kuşt

03-11-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Hirç Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li hirçê da û hirç mir.

Li gorî agahiyan, kesekî li ser rêya navbera navçeya Sarîqamîşê û parêzgeha Erziromê li herêma Çemê Kewê hirçek li erdê dîtiye ku ew hirç bê liv û tevger e.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên Parastina Xweza û Parkên Nîştimanî çûn cihê bûyerê.

Ekîban tesbît kir ku hirça boz ji ber lêdana otomobîlekê miriye. 

Li parêzgeha Qersê ku yek ji parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye, bi hatine sir û sermayê re ajelên wê derê jî di dîtina xwarinê de rûbirûyî zehmetiyan dibin û gelek caran dadikevin nav cihên nîştecihbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir