Serdemeke nû ya podkastên Rûdawê yên milyonî dest pê dike

03-11-2024
RÛDAW
Nîşan Podcastên Rûdawê Tora Medyayî ya Rûdawê Bernameyên Rûdawê Radyoya Rûdawê
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê çend podkastên din ên balkêş ên zanistî, hunerî, wêjeyî, dîrokî, civakî, siyasî, nûçeyî û tenduristî ku ji aliyê kesên pispor, şareza û ciwan ve tên amadekirin û pêşkêşkirin, dixe ber destê guhdar û temaşevanên xwe.

Roja şemiyê (02.11.2024) serdema nû ya podkastên Rûdawê dest pê dike. Di vê serdema de, Rûdaw li ser platformên cîhanî yên podkastê her hefte 18 podkastên cihêreng diweşîne. Podkastên Rûdawê, ji bilî li malpera (podcast.rudaw.net) li ser hin malperên cîhanî yên navdar ên podkastê jî hene.

Li ser sepana Apple podcast li beşa gerê binivîsin Rûdaw an Rûdaw podcast, podkastên Rûdawê nîşanî we dide, her wiha li Podcast Index, Amazon muzîk û Spotify jî wergirên Rûdawê dikarin li podkastên Rûdawê bigerin.

Ji bo wan kesan jî ku pergala telefonên wan Android e, dikarin li ser van platforman guh bidin podkastên Rûdawê: iHeart, Pocket Casts, Castbox, Podcast Addict.

Ji bilî wan platforman rojane li çend wextên cihê podkastên Rûdawê li Radyoya Rûdawê li ser pêlên 102.9-102.7 belav dibin.

Ezmûna berhemanîna podkastê ji bo yekem car li nav medyaya Kurdî sala 2023 ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve bi şêweyekî berfireh dest bi weşanê kir û vêga çaremîn serdemê weşana podkastê dest pê dike.

Dengvedan û pêşwaziyeke berbiçav li podkastên Rûdawê ji aliyê wergirên wê ve li seranserê cîhanê hatiye kirin û tenê li serdemê sêyem ê podkastên wê bi gelemperî zêdetir ji 100 milyon dîtinên wan li platformên cihêreng hebûn.

Deng û Awaz

Podkasteke rewşenbîrî û hunerî ye, heftane hunermend Mistefa Ebas Elî pêşkêş dike û qala awaz û melodiyên resen ên Kurdî dike. Deng û Awaz dibe pencereyeke tije zanyarî li ser mêjûya hatî zanîn û nehatî zanîn a hunera Kurdî.

Deng û awaz, newa û meqamên Kurdî, awaz û melodiyên Kurdî yên resen dixe ber behskirinê û qala rola muzîkê di avakirina gelên cîhanê de dike.

Hunermend Mistefa Ebas Elî li ser podkasta Deng û Awazê dibêje, ez dixwazim di vê podkastê de diyar bikim ku awaz û muzîka Kurdî qet ji ya gelên serdest ên dinya û deverê ne kêmtir e û beşeke giring a mîrata çandî ya cîhanê ye. Ez li podkasta Deng û Awazê ligel mêvanên xwe hewl didim bi şêweyekî zanistî, li gorî ezmûn û xwendina xwe, dabaşa janr û beşên cihê yên hunera deng û awaza Kurdî bikim.

Elf û Bê (A û B)

Podkasteke perwerdeyî ye, heftane Nûr Yûsif pêşkêş dike. Elf û Bê taybet e bi perwerdekirina zarokên me, çawa li rewş û demên cihê em tevgereke saxlem û perwerdeyeke rast li gel zarok û neviyên xwe bikin? Ew xeletiyên berbelav ku dê û bav di perwerdekirina zarokan de dikin çi ne? Ew xalên veşartî çi ne ku di zarokên me de hene û dê û bavan nikarîne wan fêm bikin û em çawa wan bi pêş bixin daku paşê bibin nifşekî rast û saxlem.

Nûr Yûsif dibêje, li Elf û Bê heftane em dê behsa elf û bêya perwerdeyeke dirust û guncaw ji bo zarokên me bikin. Li gel şarezayên perwerdeyê û kesên biezmûn em dê bi hev re gotûbêjeke berhemdar bikin ji bona nifşekî saxlem.

Xelk û Xak

Podkasteke dîrokî û çandî ye, behsa ezmûna gelên dinyayê û derdên civakî yên miletên deverê dike bi dirêjiya hezaran salên borî çawa ew kêşe bûne sedema helandina gelek şaristanî û miletan li herêmê. Astengên li ber çêbûna pêvajoya netewsaziyê çi ne û çawa dikarin bên derbaskirin. Heftane bi mêvandariya Mihemed Mesûd Mihemed û pêşkêşkirina Zana Kayanî û Nalîn Hesen.

Mihemed Mesûd Mihemed li ser podkasta Xelk û Xakê dibêje “Devera Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê bi dirêjiya mêjûyê landika şaristaniyên pir giring û bihêz bûn, bo çi Kurdan li vê dera giring nikarîbûn bibin miletekî xurt û yekgirtî? Hokarên babetî yên helîna şaristaniya Babil û Somerê çi bûn? Xweza û erdnîgariya navçeyan çi bandor li ser gelên deverê kir? Ez ê her hefte tevî hevkarên xwe qala van hemû tiştan bikim.”

Şakar

Podkasteke wêjeyî ye û taybet e bi şakar û şaheserên edebî yên edebiyata Kurdî. Heftane nûser û rojnameger Cebar Cemal Xerîb vê podkastê pêşkêş dike. Nûser û rojnameger Cebar Cemal Xerîb dibêje “Bi dirêjiya karwan û temenê min ê edebî, hertim min xwe deyndarê gelek şaîr û hozanvanên Kurd dîtiye ku bi şakarên xwe yên edebî yên bilind, asta wêjeya me birine qonaxeke bilind.”

Cebar Cemal Xerîb li Şakarê aliyekî din ê cihê yê deqên şîîrî ji we re rave dike û dibêje “Her hefte li Tora Medyayî ya Rûdawê, em dê metnên edebî û şîîr û şaheserên wêjeyî yên bilind ên edebiyata Kurdî şîrove bikin.”

Rûdaw Corner

Podkasteke taybet a fêrbûna zimanê Îngilîzî ye. Rûdaw Corner heftane ji aliyê Rêkan Îsmaîl vê tê pêşkêşkirin û qala bingehên seretayî yên fêrbûna zimanê Îngilîzî dike.

Îro ziman ne tenê hokarekî pêwendîkirinê ye lê her wisa hokarekî giring ê destketina kar û pêşxistina kar û pîşeyên me ye jî, bi rêya fêrbûn û zanîna zimanên din em dikarin gav bi gav bêtir nêzî armancên xwe bibin.

Rêkan Îsmaîl dibêje, îro zimanê Îngilîzî yek ji zimanên giring û sax ên dinyayê ye. Rûdaw Corner goşeyeke nû ye li nav medyaya Kurdî ji bo handana dilxwazên zimanê Îngilîzî, nîşandana rêyeke dirust û zanistî ji bo fêrbûna zimanê Îngilîzî ye.

Nexweşname

Nexweşname podkasteke hişyariya tenduristî ye û her hefte ji hêla Huner Rêbwarê pizîşkê pisporê hawarçûnê ve tê pêşkêşkirin.

Li Nexweşnameyê, her hefte çîrokên cihêreng li nexweşxane û navendên tendirustî di navbera bijîşk û çarexwazan wekî sedemekê ji bo hişyarî û fêmkirina zêdetir a rewşa tenduristî û rûdanên ji nişka ve tên qalkirin.

Dr. Huner Rêbwar dibêje; “Heftane li Nexweşnameyê em dê behsa kêşeyên tendirustî û giringtirîn gavên xweparêziyê ji welatî û çarexwazen re bikin. Nexweşname peyameke cihêreng û hişarî ye ji bo welatiyan û em dê her tiştî seba saxlemiya mirov nîqaş bikin.”

Bîranînên Dojehê

Podkasteke dîrokî û mêjûyî ye, bi rêya vegotina bîranînan, bûyeran bi guhdar û bîneran dide nasîn. Selam Sadî pêşkêş dike û her carê mêvanekî wî jî amade dibe.

Selam Sadiyê amadekar û pêşkêşvanê podkasta Bîranînên Dojehê dibêje, pir in ew çîrokên negotî yên ku qurbaniyên destê perçiqandin û şkenceya zindan û girtîgehên hikûmeta Baasê ne. Li Bîranînên Dojehê, em dê behsa çîrokên wan kesan bikin ku gavekê berî gihiştina mirinê vegeriyane, her wisa em dê hewl bidin li vê podkastê dabaşa wan rewş û kêlîkan bikin ku qurbanî di wan de derbas bûne û wekî beşekê ji dîroka netomarkirî mane.”

Rûdawa Cîhanê

Her roj gelek bûyer li dinyayê çêdibin, dibe ku em tenê pê re bigihên beşeke wan bizanin bi rengekî asayî, lê li podkasta bûyerên cîhanê li radyoya Rûdawê, heftane rojnameger Lihon Nesredînê edîtorê maseya navdewletî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, giringtirîn rûdanên hefteyê li ser asta cîhanê ku bandora wan li ser civaka Kurdistan û cîhanê heye, hildibijêre û şîrove dike.

Lihon Nesredînê amadekar û pêşkêşkarê podkasta bûyerên cîhanê dibêje “Mijûliya jiyanê wiha li mirov dike ku haydarî hemû nûçe û bûyerên bajar û welatê xwe nebe. Em li podkasta bûyerên cîhanê her hefte giringtirîn nûçe û bûyeran ji we re hildibijêrin û giringtirîn rûdanên cîhanê bi awayekî babetî şîrove dikin ku dibe bandoreke wan a rasterast an ne rasterast li ser takekesê civaka Kurdistanê hebe.”

Rûdawa Îraqê

Bûyerên li Îraqê rûdidin, bandoreke rasterast li ser tevaya Başûrê Kurdistanê dikin. Heftane rojnameger Hestyar Qadirê edîtorê maseya Îraqê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya podkasta bûyerên Îraqê nûtirîn zanyariyan li ser rûdanan û şîrove û raveyên babetî li ser giringtirîn rûdanên Îraqê dike û zanyariyên pişt perdeyê nîşan dide, ligel mêvanên taybetmend û şareza bûyeran bi hûrgulî û babetiyane şîrove dike.

Hestyar Qadirê amadekar û pêşkêşvanê bûyerên Îraqê dibêje “Her roj rûdanên neçaverêkirî û bilez li Îraqê çêdibin, em li hin ji van nûçeyan tenê bi awayekî serpilkî dinêrin. Em li podkasta bûyerên Îraqê aliyê pişt nûçe û bûyeran nîşan didin. Li podkasta bûyerên Îraqê, em dê zanyariyên negotî ji we re bibêjin û zelal bikin ka li pişt nûçeyan çi diqewime.”

Bazar

Çima welatek ji welatekî din pêşketîtir e? Çima kesek ji kesekî din zengîntir e û dahata wî zêdetir e? Du firoşkar li kêleka hev in lê dahata yekî ji wan ji dahata yê dîtir bêtir e. Giringtirîn bûyerên aborî çi ne û bandora wan li ser sûkê û liva bazarê çawa ye.

Her hefte Mihemed Şêx Fatih bi rêya podkasta Bazarê li radyoya Rûdawê, dabaşa livûtevgerên sûkê, kirîn û firotinê dike. Pêşkêşvan li podkasta xwe behsa bandora rûdanan li ser bazarê dike û firoşkar û xwedîkar çawa xwe ligel sûka cîhanî biguncînin daku bandoreke xerab li ser kar û berhemên wan çênebe.

Mihemedê Şêx Fatih dibêje “Li podkasta Bazarê, bala me li ser wê yekê ye ku welatî, xwedîkar û kedkar bikarin xwe bi guhertinên bazarê û livûtevgerên wê re biguncînin. Her wiha em dê behsa girîngtirîn pêşhat û bûyerên hefteyê jî bikin ku bandorê li rewşa aborî ya welat û welatiyan dikin.”

5 xulek

Podkasta 5 xulek rojane li radyoya Rûdawê di du wextên cihê de ji aliyê Edlîn Qasim ve tê pêşkêşkirin. Podkasta 5 xulek aliyekî din ê nûçeyan e û her roj di dema 5 xulekan de nûçe tên pêşkêşkirin û nûtirîn û giringtirîn xeberên her çar beşên Kurdistanê û cîhanê li ber guhên guhdarên Radyoya Rûdawê tên danîn.

Edlîn Qasima pêşkêşkara podkasta 5 xulekê dibêje “Nûçe û bûyer gelek in lê em rojane li 5 xulekan giringtirîn nûçeyên Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistan û cîhanê dixin ber guhên we, 5 xulek bijardeya germtirîn û giringtirîn nûçeyan e.”

Çavê sêyem

Podkasta Çavê sêyem podkasteke gotûbêjê ye û ji hêla rojnamenivîs Hisên Omerê berpirsê maseya Rojavayê Kurdistanê li Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê pêşkêşkirin. Li podkastan behsa giringtirîn rûdan û pêşhatên siyasî, civakî û aborî yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê tê kirin ku bandora wan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê heye û bi mêvanên xwe re bûyeran bi rengekî babetî şîrove dike.

Hisên Omerê amadekar û pêşkêşvanê podkasta Çavê sêyem dibêje “Li Çavê sêyem bi havêneke bêalî û babetî ligel mêvanên xwe em rûdanên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şîrove dikin û dabaşa bandora wan li ser civaka Kurdistanê li rojava dikin.”

Yarîgeha Rûdawê

Heftane li gel rojnamegerê maseya werzişê ya Tora Medyayî ya Rûdawê, Rêbwar Mihemed, Îhsan Tahir û Saman Wilatjêrî li podkasta Yarîgeha Rûdawê şîrove û behsên nûçe û rûdanên sporê dibihîsin, pêşkêşvanên Yarîgeha Rûdawê li podkasta Yarîgeha Rûdawê qala xul û yariyên cîhanî dikin ku cihê giringiya wergiran in, ew pêkve nûçe û pêşhatên sporê şîrove dikin û zanyariyên nebihîsît ji we re dibêjin.

Bi Dema Amedê

Podkasta Bi Dema Amedê podkasteke heftane ye û guh dide bûyer û pêşhatên civakî, aborî, siyasî û çandî yên Bakurê Kurdistanê. Li podkasta Bi Dema Amedê giringtirîn rûdana hefteyê dibe rojev û tê qalkirin û şîrovekirin. Heftane Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşela Dekak bi rêya podkasta Bi Dema Amedê tevî mêvanên xwe rûdanan şîrove dike û gotûbêj dike.

Maşela Dekakê amadekar û pêşkêşvanê podkasta Bi Dema Amedê dibêje “Podkasta Bi Dema Amedê cuda ji her podkasteke din, hewleke ji bo behskirina giringtirîn rûdan û pêşhatên Bakurê Kurdistanê û rojevkirina wan e. Her wisa di Bi Dema Amedê de em qala wan babetên siyasî û civakî û aborî û çandî dikin ku bandora wan li ser jiyana welatiyên Bakurê Kurdistanê heye.”

Bi Dema Silêmaniyê

Bi Dema Silêmaniyê podkasteke heftane ye, ji aliyê Aso Serawiyê rojnameger li Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê pêşkêşkirin. Heftane Aso Serawî ligel mêvanên xwe giringtirîn rûdan û pêşhatên siyasî, civakî, xizmetguzarî, saxlemî û aborî şîrove dike ku bandoreke wan a rasterat li ser jiyana welatiyên sînorê Silêmaniyê û parêzgeha Silêmaniyê heye. Li podkasta Bi Dema Silêmaniyê pêşkêşkar bi awayekî sereke guh dide rewşa xizmetguzarî û jiyana welatiyên Silêmaniyê.

Aso Serawiyê amadekar û pêşkêşvanê Bi Dema Silêmaniyê dibêje “Li podkasta Bi Dema Silêmaniyê, em hewl didin gotûbêjeke berhemdar ji bo behskirina diyartirîn kêşeyên sînorê parêzgeha Silêmaniyê bikin di heyama hefteyekê de. Li gel mêvanên xwe têbînî û gilî û gazincên welatiyan li Silêmaniyê û derdora wê dişopînim jî.”

Bi Dema Dihokê

Bi Dema Dihokê podkasteke heftane ye ji aliyê Nasir Eliyê rêveberê nivîsgeha Rûdawê li Dihokê tê pêşkêşkirin. Heftane Nasir Elî li gel mêvanên xwe giringtirîn rûdan û pêşhatên siyasî, civakî, xizmetguzarî, saxlemî û aborî şîrove dike ku bandoreke wan a rasterast li ser jiyana welatiyên devera Badînan û Deşta Nînowayê heye. Pêşkêşar di podkasta Bi Dema Dihokê de bi awayekî sereke guh dide rewşa xizmetguzarî û jiyana welatiyên Dihok, devera Badînan, Şingal û Deşta Nînowayê

Nasir Eliyê amadekar û pêşkêşkarê Bi Dema Dihokê dibêje “Li podkasta Bi Dema Dihokê bala me li ser pirsgirêkên xizmetguzarî û pirsên civakî yên sînorê parêzgeha Dihokê û devera Badînanê dibe. Li podkasta Bi Dema Dihokê, em hewl didin ku bibin platform û sekoya welatiyên sînorê parêzgeha Dihokê, devera Badînan, deşta Nînowa û Şingalê.”

Legel Adem

Heftane Adem Bêdar bi rêya podkasta Legel Adem li gel mêvanên xwe rûdanên civaka Kurdistanê li gorî olan nîqaş dike, bi merema ku fêmkirineke nerm li ser wan bûyeran bê kirin ku bandorê li ser aştiya civakî dikin. Gotûbêj li bernameya Legel Adem bi arasteya rêzgirtin û hevqebûlkirina hemû olan e li nav civaka Kurdistanê.

Li podkasta Legel Adem hewl tê dayîn ku têgihîştineke babetî ji wan hemû babetan re bê kirin ku bandoreke wan a civakî, aborî û derûnî li ser jiyana civaka Herêma Kurdistanê heye.

Adem Bêdarê amadekar û pêşkêşvanê podkasta Legel Adem dibêje “Li podkasta Legel Adem, em hewl didin gotûbêjeke aram û berhemdar bi arasteya têgihîştin û nêrîna hevbeş ji bo girîngtirîn bûyerên civaka Kurdistanê bi dîtina olan behs bikin û pêkvejiyan û lêborînê teqez bikin.”

Mijar

Mijar ji hemî podkast û programên din cihê ye, rojane bazneya yekem a girîngîpêdana vê podkasta ku ji aliyê Mihemed Rehîm ve tê pêşkêşkirin, rojeva podkastê pirsgirêkên welatiyan e. Li podkasta Mijarê welatî dikarin bi rêya telefonê behsa pirsgirêkên xwe bikin û Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya beş û navendên din ên çêkirina nûçe û raporên rojnamevanî, kar dike ji bo ku şopandin û raporên vekolînê li ser arîşe û kêşeyan çêbike û bersiva pirsên welatiyan bistîne.

Amadekar û pêşkêşvanê podkasta Mijarê Mihemed Rehîm dibêje "Nîşandana pirsgirêkan têrê nake lê şopandina pirsgirêkên welatiyan erka me ya sereke ye. Mijar platform û dengê welatiyan e û em dê pirsgirêkên wan bi berpirs û aliyên pêwendîdar re bişopînin." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst