Dengdana pêşwext dest pê kir: Gelo kî li pêş e?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî Zanîgeha Floarîdayê heta niha 68 milyon û 300 hezar kesî di dengdana pêşwext de deng dane.

Bangeşeşyên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi dawî bûne û 2 rojên din dê hilbijartin bêne kirin.

Li gorî wan rapirsiyên ku bi dengderên ku di dengdana pêşwext de dengên xwe bi kar anîne hatiye kirin piraniya wan dengên xwe dane namzeda Demokratan Kamala Harrisê.

Li aliyê din namzedê Komariyan Donald Trump jî diyar dike ku ew gelekî di pêşiya Harrisê deye û dengderên dengê xwe dane wî û rapirsiyên dengên pêşwext ne rast in.

Li Amerîkayê dengder dikarin beriya roja hilbijartina ku roja 5ê Çiriya Paşîn biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin an jî li malên xwe dengên xwe bi rêya postayê bişînin.

Li gorî zanyariyan heta niha 68 milyon welatiyan di hilbijartina pêşwext de deng dane.

Di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020an de 244 milyon dengder hebûn û rêjeya beşdariyê ji sedî 66,6 bû û nêzî 159 milyon kesî deng da bû.

Dengdana pêşwext heta roja hilbijartinan li gelek eyaletan berdewam dike, dengên pêşwext ên ku bi rêya postê yan jî bi çûna ser sindoqan hatine dayîn dê tevî dengên 5ê Çiriya Paşîn bêne hejmartin.

Anket çi dibêjin?

Li aliyê din li gorî rapirsiyên herî dawî namzedê Komariyan Donald Trump bi ferqeke pir kêm li pêş Kamala Harrisa namzeda Demokratan e.

Li gorî 14 rapirsiyên dawî yên platforma Real Clear Politics (RCP) ku rapirsiyên li seranserê Amerîkayê dike diyar kiriye ku Trump ji sedî 48,4 dengan bi dest xistiye.

Li gorî rapirsiya RCPyê namzeda Demokratan Harris ji sedî 48,1 dengan bi dest dixe û rikeberiyeke tund di navbera wê û Trump de heye.

Her wiha li gorî rapirsiyan, Trump li eyaletên wekî Arizona 2,3, li Nevada 0,9, li Georgiayê 2,6, li North Carolinaya 1,5 û li Pennsylvania 0,5 puanan li pêş Kamala Harisê ye.

Ji aliyê din ve Kamala Harris jî li Michigan 0,8 puan û li Wisconsin jî 0,3 puanan di pêşiya Donald Trump deye.

Namzedê serkeftî yê hilbijartinên Amerîkayê dê 20ê Kanûna Paşîn 2025an sûnd bixwe û bibe serokê nû yê Amerîkayê.