Îdir - Di qezaya trafîkê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdirê otomobîlek li bariyeran qelibî, şofêrê otomobîlê mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya 34 RY 9747 a ku Ş.T diajot dema ji navçeya Têşberûnê derbas dibû li bariyeran da.

Şofêrê otomobîlê asê ma û canê xwe ji dest da.

Tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û îtfaiyeyê cenazeyê şofêr ji otomobîlê derxistin.

Her wiha rêwiyên bi navên Y.B û V.Zyê birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.