Li Erziromê qeza: 3 mirî û 2 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşqeleyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek li coya avê qelibî û di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Aşqele û Bayburtê otomobîla ku Mehmet Zeytinliyê 45 salî diajot ji rê derket û li coya avê ya li kêleka rê qelibî.
Di encama qezayê de Hanîfe Zeytînlî, Saliha Kabacioglu û Huseyîn Kabacioglu mirin û Mehmet Zeytînlî û Kerem Zeytînlî jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.