ROJAVA - Êrişên Tirkiyeyê jiyana sivîlan wêran kiriye

03-11-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû / Wêne: Ji dîmenan
Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Tirkiye Êriş Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bûne sedema alozbûna rewşa ewlehî û jiyana rojane ya xelkê sivîl.

Hevserokê Desteya Maf û Dadê ya Rêveberiya Xweser Îmad el Keraf ragihand ku êrişên Tirkiyetê zerereke mezin gihandiye sazî û navendên xizmetguzariyê û jiyana rojane ya sivîlan.

“Êrişên Tirkiyeyê mafên mirovan bin pê dikin”

Îmad el Keraf wiha got:

“Êrişên dijminane yên ku dewleta Tirkiyeyê li herêmên me dike, binpêkirina peymanameya cîhanî ya mafên mirovan in.

Her wiha binpêkirina peymanên Cenevreyê yên derbarê parastina sivîlan in.

Di encamê de, zêdeyî 17 kesan şehîd ketin û zêdeyî 65 kesan birîndar bûn û gelek firin û navendên dexlûdan û navendên petrolê wêran kirin.

Ev yek dê rewşa ewlehî û debara jiyanê aloz bike, ji ber ku dê bibe sedema qûtbûna pêwîstiyên sereke yên jiyanê, bi taybetî li gel hatina zivistanê."

Desteya Maf û Dadê ya Rêveberiya Xweser bangî aliyên pêwendîdar dike û ji rêxistinên navneteweyî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, hêzên mezin ên wekî Rûsyayê dixwazin guşarê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne û pabendî yasa û biryarên navdewletî bibe.

“Bila komîteyên navneteweyî bên herêmên me”

Îmad el Keraf her wiha got:

“Em ji Komîteya Navdewletî ya Taybet a Mafên Mirovan dixwazin ku ji bo belgekirina van binpêkirinan bên herêmên me.

Her wiha em ji civaka navneteweyî û Rûsyayê dixwazin ku guşarê li Tirkiyeyê bikin ji bo êrişên xwe yên dijminane li herêmên me rawestîne.”

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên Tirkiyê yên ji 23 heta 26ê Çiriya Pêşîn a 2024an ragihand ku hezar û 168 êrişên Tirkiyeyê bi 129 dronan û 15 balafirên şer hatin kirin û hezar û 24 top hatine avêtin.

Desteya Rêveberiya Cihî ya Kantona Cizîrê jî ragihand ku 604 bîrên ava vexwarinê êdî naxebitin. 

Sedema wê yekê jî ew e ku stasyonên elektrîk û sotemeniyê, hatine wêrankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst