PJAKê nasnameya gerîlayekî eşkere kir

03-11-2024
Nîşan PJAK Şoreş Qelat Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku gerîlayê bi nasnavê Şoreş Qelat canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Şoreş Qelat Endamê Meclîsa PJAKê ye û 28ê Çiriya Pêşîn li ser rêya Pîranşar-Mehabadê “bi awayekî nemerdane hatiye şehîdkirin” û hat gotin:

“Rejîma Îranê, di gel hemû zexta hundir û derve, siyaseta xwe ya xapandinê didomîne û hewl dide bi vî awayî desthilata xwe bidomîne.”

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) da zanîn ku agahiyên li ser nasnameya Şoreş Qelat wiha ne:

Şoreş Qelat: Navê wî yê fermî Mewlan Rostemî ye û ew li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.

PJAKê da zanîn ku Şoreş Qelat 2015an tev li refên gerîlayan bûye û 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst