Ozgur Ozel: Di pirsgirêka Kurdan de şefafiyet û lihevkirineke civakî pêwîst in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ji bo çareseriya Doza Kurdan, divê di bin sîwana parlamentoyê de lihevkirineke demokratîk û samîmî pêk were.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Stenbolê derbarê mijarên li rojevê daxuyanî da.

Mijara qeyûm

Serokê Şaredariya Esenyurtê ya CHPyê Ahmet Ozer roja çarşemê hat desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Ozgur Ozel diyar kir ku ew dixwazin roja duşemê li girtîgehê biçin serdana Ahmet Ozer.

Ozel li ser pirsa “Çima Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş nehat mitînga Esenyurtê ya ji bo piştgiriya Ozer?” wiha got:

“Birêz Mansur bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê gelekî baş dijberiya xwe ya li hemberî qeyûm anî ziman.

Li Esenyurtê neheqî hatiye kirin. Birêz Mansur jî ji aliyê hiqûqî ve nêzîkî pirsgirêka Esenyurtê dibe.

Ez vê yekê ji we re bibêjim, me ji şaredariyan negotiye teqez divê hûn bên tev li mitîngê bibin.”

Rewşa asayîbûnê

Ozel bal kişand ser nîqaşên asayîkirina siyasetê jî û got ku normal e serokên partiyên siyasî bi hev re hevdîtinê bikin û rewşa neyasayî ya ku serokên hevdîtin nedikir bi dawî bûye.

Ozel her wiha destnîşan kir ku mijara sereke ya pêvajoya asayîbûnê ne ew e ku serokên partiyan bi hev re biaxivin û got:

“Divê serokên partiyan bi dengderan re di nav aştiyê de bin. Ev mijarek e ku em tu carî dev jê bernadin.

Lê dê birêz Erdogan ji me re qeyûm tayîn bike û em dê vê yekê asayî bikin, qet em vê yekê qebûl nakin û li hemberî wê bê deng namînin.

Tiştekî wiha nîne. Min ji we re got ez dê mixalefeta herî xurt bikim.”

Doza Kurd

Li ser pirsa"Xeta sor a CHPyê di çareseriya pirsgirêka Kurdan de çi ye?" jî Ozel wiha got:

“Perspektîfa ku CHP bi awayekî eşkere dide pêş, lêgerîna lihevkirineke civakî ya demokratîk, jidil û şefaf e ku di bin banê parlamentoyê de bê kirin û ti partî li derve neyên hiştin û li wir kes kesî nexapîne.”