Trafîka Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trafîkê ya Rojavayê Kurdistanê bangî hemû ajokarên kamyonan kir ku ji ber rewşa hewayê hişyar bin û bi lez neçin.
Birêvebiriya Trafîkê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê qezayên ku îro rû daye daxuyanî da.
Birêvebiriya Trafîkê ragihand ku li herêma Rêya Spî ya di navbera Mukemen û Sebah El Xêrê de 3 qezayên cuda çêbûne.
Li gorî daxuyaniyê, 3 kamyonan qeza kiriye û her sê qeza jî ji ber leza zêde çêbûne.
Hat zanîn ku di qezayan de zererên canî nebûn lê zerer gihîştiye kel û pelên di kamyonan de.
Birêvebiriya Trafîkê her wiha ji hemû ajokarên kamyonan xwest ku ji ber rewşa hewayê hişyar bin û lezê nekin.