WAN - Hemû civîn û çalakî du rojan qedexe ne

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan û civînên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgeriya Wanê têkildarî qedexeyê daxuyanî da:

“Li gorî yasaya 2911an a yasaya xwepêşandan, meş û civînan di navbera 4 û 5ê Çiriya Paşîn de hemû çalakî, xwepêşandan, meş, grev, civîn, vedana kon û standan qedexe ye.

Ji xeynî çalakiyên ku Parêzgar û Qeymeqamtî guncav dibîne hemû çalakiyên din hatine qedexekirin.”

Li Wanê bi berdewamî rojên Şemî û Yekşeman bi biryara parêzgariyê çalakî tên qedexekirin.