RIHA - Muxtarê ku destdirêjî li zarokekê kiribû ji kar hat dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Muxtar Nîhat Y. yê bi awayekî berdewamî destdirêjî li zarokeke 14 salî dikir ji kar hat dûrxistin.

Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê, Nîhat Y. (69) destdirêjî li zarokeke bi navê Z.K. ya 14 salî kiribû.

Z.K. 25ê Çiriya Pêşîn çû Rêveberiya Ewlehiyê ya Şaxa Zarokan û giliyê Nîhat Y. kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, derket holê ku Nîhat Y. ji sala 2021ê ve destdirêjiyê li Z.K.yê dike.

Piştî giliya Z.K. gumanbar Nîhat Y. 26ê Çiriya Pêşîn hat desteserkirin û li ser navê wî ji ber tawana “îstismara zayendî ya zarokan” lêpirsîn hate destpêkirin.

Gumanbarê ku îfadeya wî hat wergirtin, bi hinceta “înkara bi israr” bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Li ser biryara berdana Nîhat Y. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê gilî kiribû.

Giliya Wezaretê berçav hate girtin û  Nîhat Y. ji karê xwe ya muxtariyê ya girêdayî navçeya navendî ya Xelîliyeyê hat dûrxistin.