Li Amedê şerê karker û hostayan: Kuştiyek, 12 birîndar

03-11-2023
Nîşan Amed Bismil Pevçûn Kuştî Birîndar Hosta Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li kargehekê karker û hosta pevçûn.

Di encama vê pevçûnê de kesek hat kuştin û 12 kes birîndar bûn.

Vê pevçûnê doh li gundê Ofê yê Bismilê li kargeheke cilûbergan rû da.

Karker û hosta ji ber sedemeke nediyar pev çûnû wan bi dar û kêran êrişî hevdû kir.

Di encama pevçûnê de Celal A.yê 62 salî canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 12 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Li ber nexweşxaneyê jî mirovên her du aliyan êrişî hev kirin.

7 birîndarên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e veguhastin nexweşxaneyên navenda Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bismilê birîndarên bi navê U.D, M.A, R.A, Î.A. û M.A. yên ku dermankirina wan temam bû hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst