Galeriya wêneyan

03-11-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Girava Axtamarê ya di Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê de duyemîn girava herî mezin e.

Li girava ku di nav sînorên navçeya Westan a Wanê de ye Dêra Axtamarê ya ku ji Ermeniyan maye heye.

Dêra ku li başûrrojhilatê giravê hatiye avakirin, ji aliyê Keşîş Manuel ve di navbera salên 915-921an de ji aliyê Qralê Vaspurakan Gagik I'ê ve li ser navê Xaça Pîroz hatiye çêkirin.

Dêra li bakurê rojhilatê dêrê di 1296-1336 de hatiye çêkirin; jamaton a li rojavayê di 1763 de; Birca zengilê ya li başûr di dawiya sedsala 18an de hate zêdekirin.

Dîroka perestgeha li bakur nayê zanîn. Girava ku rûbera wê bi qasî 163 hezar û 753 metre çargoşe ye di vê dema salê de bala geştiyaran dikişîne.