Li Wanê 3 muxtar hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ebexê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh 2ê Mijdarê ji ber sedemeke nehat zanîn 3 muxtar hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan li navçeya Ebexê ya Wanê, hêzên cendirme bi ser malên muxtarên gundên Navrê, Şêx Romî û Gomikê de girtine û ew desteser kirine.
Hat zanîn ku her sê muxtar bo navenda Wanê hatine veguhestin.
Derbarê desteserkirina 3 muxtaran de heta niha ji aliyên saziyên fermî ve ti daxuyanî nehatine dayîn.
Herwiha heta niha sedema desteserkirina wan muxtaran nehatiye eşkerekirin.