Serok Barzanî bo kongreya 14an a PDKê peyam da

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî PDK Kongreya 14 a PDKê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî derbarê destpêkirina Kongreya 14 a PDKê pîrozbahî li tevahiya endam û alîgirên partiyê û xelkê Kurdistanê kir û ragihand, “Hêvîdarim encam û raspardeyên Kongreya 14 a PDKê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de be.”

Partiya Demokrata Kurdistanê îro Pêncşembê 3ê Mijdara 2022an kongreya xwe ya 14an li bajarê Duhokê saz dike. Di kongreyê de ku dê 3 rojan dom bike, zêdetir ji 1000 nûner amade bin.

Serok Mesûd Barzanî di twîtekê de amaje bi destpêkirina kongreyê kiriye û ragihandiye, “Hêvîdarim encam û raspardeyên Kongreya 14 a PDKê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de be.”

Berdevkê PDKê, Mehmûd Mihemed jî di hevpeyvînekê de ku pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdurehman pê re encam da, derbarê Kongreya 14 a PDKê de têkildarî egera guhertinên bingehîn di serokatî û polîtboruya partiyê de axivî û got, “Em niha nikarin ti biryarekê bidin, ku gelo dê guhertin bê kirin an na. Ew tişt hemû girêdayî gotûbêjên nêrînên endamên kongreyê dibe, ku gelo ew ji bo paşeroja partiyê çi tiştî baş dibînin.”

Mehmûd Mihemed derbarê naveroka kongreyê de jî ragihand, “Dibe ku di demên pêş de encam di çapemeniyê de bên weşandin, lê pêvajo bi xwe û nîqaşên di nava kongreyê de; ew girêdayî partiyê ye. Lewma tenê endamên kongreyê beşdarî van nîqaşan dibin, û ji bo raya giştî nabe.”

Di vê kongreya PDKê de ti mêvanên biyanî nehatine vexwendin. Berdevkê PDKê têkildarî vê yekê jî ji Rûdawê re got, “Piştî belavbûna vîrusê û hinek tedbîrên li hember van pirsgirêkan û rewşa heyî, me biryar da ku em mêvanan venexwînin, lê bi peyaman bi me re bin, û hemû aliyên ku dostên me ne hatine agahdarkirin.”

Derbarê guhertina di hejmara endamên serkirdayetiyê de jî, Mehmûd Mihemed diyar kir, “Heya niha, hejmar heman a berê ye, 51 bi 9 endamên yedek. Lê dîsa ev yek dikare di Kongreyê de were nîqaşkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst