Li Rihayê ji ber revandina pitika 3 rojî 5 kes hatin desteserkirin

03-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke 3 rojî ji nexweşxaneyê hat revandin. Ji ber wê bûyerê, 5 kesên gumanbar hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan, zarok ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hatiye revandin. Hatiye ragihand, dema bavê pitika 3 rojî mijûlî karûbarên rotîn ên nexweşxaneyê bûye ji bo ku hevjîna xwe û zaroka nû jidayikbûyî ji nexweşxaneyê bibe mal, pê hesiyaye ku pitika wan hatiye revandin.

Piştî wê yekê bavê pitikê li cem polîs gilî tomar dike û hêzên polîs û hêzên ewlekariyê di yekemîn lêkolîna xwe de diyar dikin ku zaroka 3 rojî ji aliyê du kesên berguman ve hatiye revandin.

Di berdewamiya lêkolînan de, hêzên ewlekariyê agahdar dibin ku zarok bo malekê li navçeya Xelîliye ya Rihayê hatiye veguhestin û di operasyonekê de zarokê dibînin û radestî malbatê dikin.

Di operasyonê de 5 kesên bi navê M.K (18 salî), A.L.K (17), A.K (50), M.K (48) û H.K (50) ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî bo navenda ewlekariyê ya bajêr tên veguhestin û li wê derê îfadeyên wan tê wergirtin. Piştî wergirtina îfadeyê, her pênc kesên berguman bo dadgehê tên şandin û bi biryara dadgehê du kesên bi navê M.K û A.L.K di mercê kontrola edlî hatin berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst