Dije Terora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîleke PKKê kire armanc

03-11-2022
RÛDAW
Dije Terora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîleke PKKê kire armanc
Dije Terora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîleke PKKê kire armanc
Nîşan Dije Terora Kurdistanê Şingal PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Pêncşemê sînorê Şingal a Başûrê Kurdistanê hat bombebarankirin, Fermandarekî Pêşmerge ragihand, di êrîşê de li ser sînorê Şingal a Neynewayê, çend kesan canê xwe ji dest dan. Dije Terora Kurdistanê ragihand, li Şingal a Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê de, gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûne.

Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li sînorê Şingalê Luqman Gilî ji Rûdawê re ragihand, “Du herêmên cuda yên Şingalê bi dronan du caran êrîş kirin; Ya yekem demjimêr derdora 19:00an de li herêma Şilo ya li ser rêya gundê Barî li pîkapekê ket. Di wesayitê de 4 kes hebûn ku hemû gerîlayên PKKê bûn û canê xwe ji dest dan. Êrîşa duyemîn piştî nîv saetê rû da, wesayîtek li Taxa Nasrî ya Şingalê li nêzî binkeya polîsan hat armanckirin û şewat derket lê heta zirara wê nehat zanîn.”

Rayedarê Pêşmerge diyar kir ku îhtîmal e ev êrîş ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatibine kirin.

Dijî Terorê Kurdistanê îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê li taxa Nesr ya Şingalê kiriye armanc û di encamê de gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û 2 yên din jî birîndar bûne.

Ev çend meh in bombaranên li ser Şingalê zêde bûne.

Roja Sêşemê 18ê Cotmeha 2022an jî li Şingalê otomobîlek teqiya. Parlamenterekî Iraqê ji Rûdawê re ragihandibû, firokeyeke bê firokevan otomobîleke YBŞê kiriye armanc û di encamê de berpirsek û şofêrê wî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst