Karayilan ji ber dîmenên 'çekên kîmyewî' lêborîn xwest

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan Çekên Kîmyevî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Murat KarayilanMûrat Karayilan ji ber belavkirina dîmenên gerîlayên PKKê ku tê îddîakirin li hemberî "çekên kîmyewî" hatine belavkirin lêborîn xwest û got, " Ez wisa difikirim ku malbat û gelê me dê fêm bikin ji bo ku em rastiya li qadê bi rengekî berbiçav bibînin me ew dîmen weşandin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan têkildarî dîmênen Mehmet Can Evren ê bi nasnavê "Baz Mordem" û Kevser Ete ya bi nasnavê "Helbest Koçerîn" ku di medyaya nêzîkî PKKê de hatine belavkirin axivî.

Murat Karayilan dibêje: “Ji ber ku me dîmenên hevrê Baz û Helbest pêşkêşî raya giştî kir, di serî de ji dayîk û malbatên hêja yên şehîdên me yên bi rûmet û ji hemû welatparêzan lêborînê dixwazim. Ez wisa difikirim ku malbat û gelê me wê fêm bikin ji bo ku em rastiya li qadê bi rengekî berbiçav bibînin me ew dîmen weşand. Em ê doza wan bigihînin serkeftinê û wisa xwedî li soza xwe derkevin.”

Dîmenên ku bibûn sedema gengeşeyaan, Karayilan birbîr xist ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine redkirin û got: “Gelê me û dostên me yên birêz, hemû derdorên bêalî û xwedî wijdan ên alîgirê mafên mirovan divê ji vê yekê teqez piştrast bin; Hêzên Çekdar ên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di daxuyaniyên me yên derbarê bikaranîna van çek û bombeyên qedexe û kîmyewî de, şaşî û an jî mubalaxayeke biçûk jî tune. Ev tiştên hatine diyarkirin, hemû jî tiştên teqez in. Her kes dikare ji zelaliya van agahiyên di vê çarçoveyê de bawer bin.”

Karayilan dibêje: “Tenê sala par Hulû-usî Akar gotibû, ‘Em çekên kîmyewî bi kar naynin; em bi tenê gaza îsotê bi kar tînin’. Lê gaza îsotê jî madeyeke kîmyawî ye û li gorî qanûnên şer bikaranîna wê di şeran de, bi taybetî jî bikaranîna wê ya li qadên girtî sûc e. Dewleta Tirk Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye û soz daye ku wê bi kar neyne. Tevî vê yekê, wan ne tenê gaza îsotê, lê di heman demê de gelek maddeyên kujende yên li ser mirovan bandorên cihê çêdikin jî bi kar anîn. Ligel van tiştan nedixwestin ev mesele were rojevê. Ji ber vê jî tu nîqaş nedikirin.”

Derbarê mijarê de Karayilan banga siyasetmedar û kesayetên mafên mirovan kir û got: “Heke artêşa we paqij e, ev îdia derew in û tiştekî wiha tune; wê demê derfetê bide heyetên serbixwe ku bila werin cihê bûyerê, garantiya ewlehiyê bidin; bila ev heyet werin lêkolînê bikin û her tişt zelal bibe. Heke hûn paqij bin, wê paqijiya we diyar dibe.”

Karayilan herwiha bi bîr xist ku Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci diyar kiribû nîşanên bikaranîna çekên kimyewî hene û divê lêkolîn were kirin’ û got: “Herî dawî wî jî ji asteke jor sûcdarî kir, daxuyanî da û Şebnem Korûr Fîncanci kir kedef. Çima? Ji ber ku ew ji eşkerebûnê ditirsin. Ditirsin ku ev rewşa sûc bi awayekî fermî derkeve holê. Ji ber ku dixwazin pêşî li vê yekê bigirin, dixwazin bi vî rengî rojeveke bi gefeke mezin çêbikin û pêşiya van tiştan bigirin.”

Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, roja 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyayî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya NPGê, artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de ku ji meha Sibata 2021an ve destpê kirine, li Gare, Zap, Metîna û Avaşîn “bombe û çekên kîmyayî yên qedexekirî li ser navneteweyî ku gazên jehrîn çêdikin”, bikar aniye.

PKKê herwiha daye xuyakirin ku ji sala 2021an ve heta niha artêşa Tirkiyê 367 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyayî li dijî gerîlayên wan bikar aniye û destnîşan kiriye, 46 gerîlayan di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst