Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê, ji bo endamên xwe dersa Kurdî da destpêkirin. 110 parêzer beşdarî kursa zimanê Kurdî bûn ku ji aliyê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ve hat vekirin.
Dersên li 3 polan destpêkirin ji aliyê nivîskarê ferhenga hiqûqê ya Kurdî Sebir Ebdûlahîzad, hefteyê du rojan tê dayîn û dê salekê berdewam be.
Sebir Ebdûlahîzad got: “Parêzer bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin beşdarî dersan dibin. Di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya kurdî heye û divê parêzer xwe di vî warî de bipêş xînin. Ji bo parastina mafan pêwîst e pêştir mirov bi zimanê xelkê zanibe û ji bo parêzer ji muwekîlên xwe baş fêm bikin pêwîstiya pewerdehiyeke bi vî awayî heye.”
Berî demekê li Baroya Şirnexê jî kursa fêrbûna zimanê Kurdî hatibû destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse